NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhanê Rojhilata Navîn ê Rojnameya Guardian Martin Chulov, encama referanduma Tirkiye nirxand û diyar kir ku piştgiriya bi sînor dê perçebûna dinava AKP'ê de kûr bike.
Nûçegîhanê Rojhilata Navîn ê Rojnameya Îngistanê Guardian Martin Chulov, encama referandumê ya Tirkiye şirove kir. ’Li gorî nirxandina ku ji Serwisa tirkî ya BBC'î re kir, Chulov wiha got: "Piştgiriya bi sînor dê bi xwe re perçebûna di nava AKP'ê de kûr bike. Wekî ku dê êdî li Tirkiye tiştên cuda pêk bê xuya dibe. Li Tirkiye dê li şûna demokrasiya nexweş êdî ber bi serdema pergala otokrasiyê ve derbas bibe. Serokomarê ku di sala 1996’an de digot ‘Demokrasi ne armanc e, amûr e, dê bibe xelat. Encama "Erê" bi qasî Erdogan dixwest derneket.
Chulov, da zanîn ku da zanîn ku Erdogan bi taybetî darbeya tîrmehê ya ne serkeftî ji xwe re kir ku Tirkiye wekî welatekî di nava dorpêçê de bide nîşan û bêtir ji bo parastina vî welatî hêza xwe zêde bike û wiha got: "Dê venêrtina meclîsê têve destê yek mirovî. Kesek dê karibe 5 salan serokekî ji bo xwe hilbijêre. Dê karibe 3 serdeman bibe serokdewlet. Dê karibe heta 2034’an liser kar bimîne."