Times: Serkeftina Erdogan Tirkiye perçe kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhanê Rojnameya Times ê Stenbolê Hannah Lucinda Smith, encama hilbijartina referandumê nirxand û diyar kir ku serkeftina Erdogan Tirkiyeyek perçekirî li pey xwe hişt.

Nûçegîhanê Rojnameya Times a Îngîlîstanê yê Stenbolê Hannah Lucinda Smith, encama hilbijartina referanduma Tirkiye nirxand û anî ziman ku her çend Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi ser ketibe jî Tirkiyeyek perçekirî li pey xwe hişt. Smith di nirxandinên xwe yên rojnameyê de diyar kir ku Erdogan piştî hilbijartinek ku li ser piyta kêrê dibe ku serkeftina xwe îlan kir, lê li pişt xwe Tirkiyeyek perçekirî hişt. Ji bo ji nûve deng bên jimartin gelek bang tên kirin. Li gel ku Erdogan bi ser ketiye jî di bingeha hilijêran de “şaşî û bûyerên ters ên dixin nava şermê" hene. Li Uskudara Hilbijartînê ji sedî 53 got "Na" Ev darbeyek sebbolîk e.