ENQERE - Serokê YSK'ê Sadî Guven, îdia kir ku pusulayên dengan ên bêmohr sexte nînin.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven têkîldarî pusula û zerfên bêmohr ên referandumê ku bû sedema nîqaşan daxuyaniyeke nû da. Guven têkîldarî mijarê îdia kir ku pusulayên dengan sexte nînin ev bê şik e. Guven, diyar kir ku pusulayên bê mohr ji aliyê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ve hatiye îmalkirin pusulayên rast û resen in û ne sexte ne. Guven, anî ziman ku zarf û pusulayên dengan ên dane hilbijêran, ewraqên ku ji aliyê YSK'ê ve taybet hatine hilberandin û wiha got "Li Ser pusulayan filgrama YSK'ê tê dîtin. Pusulayên dengan ên ji aliyê YSK'ê ve hatine hilberandin pusula û zarfên derbasdar in. Tenê berpirsiyarê sindoqê li gel perwerdehiya me daye wan şaşî kiriye û mohr nekiriye. "
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroğlu jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku li gori biryara YSK'ê pusula û zarfên mohr li ser tune be derbas nabin.