Parlamerter Îrmez: Gelê Botanê xeyalên Erdogan pûç kir

ŞIRNEX- Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ser rekora dengê “Na”yê ya bajar nirxand da zanîn ku gelê Botanê careke din vîna xwe teslîm nekiriye û bi helwesta xwe xeyalên Erdogan pûç kiriye.

Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopi û Hezexa di qedexeyên derketina kolanan de bi hezaran mal hatin hilweşandin di hilbijartina referandûmê de bi rêjeyek bilind dengê “Na” derket. Li gor encamên ne fermî yê hilbijartinê li tevahiya Şirnexê sedî 71.70’an dengê “Na”, li navçeya Hezexê sedî 69.96, li Silopiyê sedî 74.80 û li Cizîrê jî sedî 81.26’ê deng ji bo “Na”yê derketin. Parlameneta HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez der barê encamên bajêr de axivî û got ku gelê Botanê bi vê encamê careke din nîşan daye ku li hember AKP’ê serî netewandiye.

‘BOTANÊ VÎNA XWE TESLÎM NEKIR’

Îrmez a li ser polîtîkayên şer ên 2 salên dawîn de gur bûye rawestiya destnîşan kir ku şirnexiyan bi helwesta xwe polîtîkayên AKP'ê re gotine “Na” û wiha axivî: “Ji ber ku li Cizîr, Hezex, Silopî û Şirnexê bi hezaran mal neçarî koç kirin encamên hilbijartinê zêdetir girîng bûn. Lê gel nîşanda ku ew tu caran bi zilm û zorê vîna xwe teslîm nakin û parastina mafên xwe dikin.”

‘LIGEL HEMÛ ASTENGIYAN WELATÎ ÇÛN SER SINDOQAN’

Îrmez hilweşandina sedî 70’ê navenda Şirnexê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Hemû zilm û zordariya salên 90'î carek din li ser gel ji aliyê AKP’ê ve hat meşandin. Şirnexê bi rêjeya dengê 'Na'yê di rêza duyemîn de cih girt. Ji bo hilijartinê deh hezaran hêzên dewletê hatin vir. Gelê ku diçû ser sandoqan rastî lêgerîna hêzên dewletê dihatin. Ligel hemû astengiyan û êrîşan gel bi derfetên xwe çû ser sandoqê.”

‘HEVIYA ERDOGAN PÛÇ BÛ'

Îrmez anî ziman ku hikumeta AKP'ê li dengê gelê Botanê hêvîdar bû lê hêviyên wî pûç bûn û wiha berdewam kir: “Her tim vî gelî ji bo ziman û mafê xwe têkoşiyaye. Gelek caran di gotinê xwe de jî di gotin ku em ê di hilbijatinê de dengên ‘Erê' ji Şirnexê derbixin. Lê gelê herêmê û Şirnexê bersivek dîrokî da wan gotinên Erdogan û hevalên wî. Îro carek din gelê Botanê nîşan da ji riya xwe venagere. Bi helwesta xwe mora xwe li dîrokê da.”