AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha li dijî partiya wan êrîşên pir mezin hene û li gel vê yekê bi vê referandumê AKP li Kurdistanê têk çûye. Yuksek, anî ziman ku îktîdara AKP'ê li bajarên kurdan komkujî pêk anîye û tixta xwestiye bi dest nexistiye.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, anî ziman ku piştî niqaşên mezin, hîle û lîstikên mezin, zext û zordestiya mezin bi ferqek hindik dengê "Erê" derketiye pêş û wiha got: “Encama hilbijartina referandumê hêj tam bi encam nebûye. Der barê hîle û lîstikên AKP’ê yên hilbijartinê bê hêjmar lîstik hene. Li dijî vê yekê îtîraz hatine kirin. Herî zêde li bajarên Kurdistanê hîle û lîstik hatine kirin. AKP bi taybetî xwest li bajarên Kurdistanê dengê zêde bistîne. Ji bo vê yekê di 2 salên dawî de şerê dijwar pêk anî. Xwest bi riya tirs, zilm û zordariyê bi ser bikeve. Lê di encamê de îktîdara AKP'ê tevî hemû zilm, zordarî, lîstik û hîleyan dîsa li Kurdistanê têk çûye û encama hilbijartinê winda kiriye. Di encamê de hikûmetê daxwaza xwe nekariye pêk bîne. Gelê kurd hem li bajarên kurdistanê û hem jî li metrepolên mezin ên Tirkiye got "Na" û bersîva îktîdara AKP'ê daye.
Di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de têk çû. Ji bo daxwazên xwe pêk bîne, ji 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê heta niha li ser gelê kurd zext û zordariyê dimeşîne. Nêzî 10 hezar endamên me girtî ne. 83 hevşaredarên me û dîsa endamên meclîs û lijneya rêveberiyê girtî ne. Bi zorê dest danîne ser 85 şaredariyên me. 650 hezar mirovên me bê war û bê xanî hatine hiştin. Tevî vê yekê AKP li Kurdistanê bi ser neketiye. hikûmeta Faşîst a AKP'ê li Kurdistanê têk çûye. Piştî encama ve referandumê tu rewatiya AKP'ê û Erdogan di qada navneteweyî û Ewropayê de nemaye. "
Yuksek, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê li tevahiya Tirkiye jî têk çûye û êdî civak piştgiriyê nade AKP'ê. Yuksek, da zanîn ku AKP êdî li Kurdistan, Ege, Marmara û Derya Spî têk çûye û winda bûye.
Yuksek, ji ber biryar û sekna gelê kurd jî gelê kurd pîroz kir.