ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê girtiyên ku 62 rojn di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi nameyeke banga bihistiraiyê kirin û peyama "Ya ku çalakiyê bi dawî bike ne mirina me dê dengê xurt ê rêberê me be" hat dayîn. Girtiyan di nameya xwe de wiha gotin: "Em dixwezin tenê deng bidin qêrîna me. Tenê deng."
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehên T2, T3, T4 û ya Girtîgeha Jinê ya Şakranê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, bi dawîkirina dorpêç û ambargoya li bajarên Kurdistanê û bi dawîkirina binpêkirinên li ser girtigehan dabûn destpêkirin di roja 62'yemîn de ye. Girtiyên ku li Girtîgeha T2 ya Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi riya hevalên xwe yên hate tehliyekirin ve nameyek şandin û agahî dan,
Nameya girtiyan wiha ye:
"Jiyana ku ji bo wî mirov bimire jiyaneke bi rûmet, watedar û azad e. Em ê yan jiyaneke bi vî rengî bijîn an vî qet nejîn.
Polîtîkaya tecrîdê ya nehiqûqî û ne exleqî ya li ser îradeya azad a gelan Rêber Apo, li dijî jiyana ku dikare bê jiyin, li dijî wate û rûmetiyê wekî êrîşek e û pêkanîneke ku em nikarin qebûl bikin e. Piştî hewldana darbeyê di rewşa kaotîk de tecrîda ku hate girankirin bê wijdanî û û nemirovî gihiştiye asta herî jor. Bi vî re em kesên ku tenduristî, ewlehî û azadiya rêbertiyê ji bo xwe wekî sedema hebûnê dibînin li dijî van pêkanînan, li dijî vî polîtîkaya tecrîdê ya qirêj sebra me nemaye. Êdî em nikarin li dijî vê yekê bêdeng bimînin û bi vî yekê re bijîn. Ji bo me jiyan ancax bi dengê rêbertiyê ve watedar û dikare bê jiyankirin.
Piştî hewldana darbeyê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Apo hate girankirin, li hemû girtîgehên ku girtiyên PKK'î û PAJK'î hene jî wekî pêkanînên qedexeker, astengkirin û rûmetşikandinê xwe da der. Hemû aktîvîteyên civakî û çandî hatin betalkirin; mafên ragihandinê yên hevdîtina vekirî û telefonê hatin astengkirin; derfetên ji bo perwerdehiyê hatine dayîn ji holê hatin rakirin, aktîvîteyên wekî spor û hunerê hatin rawestandin, derfetên sohbetê ji holê hatine rakirin; îdareya girtîgehê jî bêhtir pêkûtîker bû, polîtîkayên kêfî pêk anî.
'GIŞTÎNAMEYÊN WEZARETA DADÊ BES NEDÎTIN'
Wekî ku giştînameyên ku ji Wezareta Dadê hatin bes nedîtin, îdareyên girtîgehan jî hemû xal û rêzikname û mewzueta heyî heta dawî li hemberî me bi kar anî û bûn sedema mexdûrbûnên giran. Dermankirina bikelepçe, nebirina sewqên nexweşxaneyan an jî dereng birin, dermanekirin an jî taloqkirina hevalên me yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene pirsgirêka tendiristiyê nîşan dide.
'PÊKANÎNÊN DIKIN 12'Ê ÎLONÊ DERBAS KIR'
Bi vî yekê re di demên dawî de li girtîgehan gotin û pêkanînê rûmetşikandinê wekî salên 1980'an dide jiyankirin; ferzikirina nasname, lêgerîna tazî, di bin navê lêgerînê de talankirin, bi gotinan êrîşî nasnameya me ya siyasî kirin, jibilî îşkenceya psîkolojîk li hin girtîgehan îşkenceya fizîkî li girtiyan hatiye kirin; di hevdîtinan de malbatên me hatine tacîzkirin û heqeret li wan hatiye kirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Kampusê ya Şakranê bi taybetî jî li T4'ê pêkanînên mijara gotiniyê bêhtir tê meşandin.
'EM Ê VAN PÊKANÎNAN QEBÛL NEKIN'
Me ev pêkanînên li dijî rêbertiya me û li ser me girtiyan tê ferzkirin qebûl nekir û dest bi greve birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Me 2 meh li pey xwe hişt û hatine merhaleyeke krîtîk, em bi biryarbûna di çalakiya xwe de dixwazin bibêjin ku girêdana me ya bi rêbertiya me, eşqa xwe ya ji bo jiyana azad bi vî nameya kurt ve ji gel, dost û hemû kesên ku ji xwe re dibêjin demokrat in re ragihînin.
Bila baş bê zanîn ku heta ku tecrîda li ser rêberê me neyê rakirin em ê jî çalakiyê bernedin. Em hemû parçe parçe bihelin şehid bikevin jî çalakiyê bernadin. Ya ku çalakiya me bi dawî bike mirina me na dengê xurt ê rêberê me be.
Em wekî şopdarên Kemal û Hayriyan, hezkiriyên Bobby Sands û Huseyînan bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin piştgiriyê bidin çalakiya me. Em dixwazin deng bidin qêrîna me. Tenê deng. Bedel çi dibe bila be serkeftina îradeya azad dê jiyana watedar û bi rûmen bi afirîne."