Marmara got 'Na'

STENBOL - Herêma Marmara ku wekî depoya dengan tê zanin di hilbijartina referandumê de got "Na" Li herema ku berê AKP û MHP ji sedî 10-15 deng di pêş de bû vê carê ket û bajarên herema Marmarayê winda kir. AKP'ê li navçeyên Stenbolê yên wekî kale dizanî jî winda kir.

Niqayên der barê encama referandumê û daneyên YSK'ê de hêj didomin. Li dijî encama referandumê HDP'ê û CHP'ê îtîraz kir û xwest hin sindoqên ku hîle hene ji nûve bê jimartin. Tevî vê yekê li herêma Marmara dengê "Na" bi ser dengê "Erê" ket. Li herêma Marmara ku wekî depoya dengan tê zanîn her çend AKP û -MHP bûn îtîfaq jî dîsa AKP û MHP bi ser neketin. Li Bajarê Stenbolê ku 10 milyon hilbijêrên wê hene, Dengê "Na" ji sedî 51.63 deng girt. Li bajarên Balikesir, Tekirdag, Kirklarelî, Edirne, Çanakkale û Yalova jî "Na" bi ser ket. Li gelek navçeyên Stenbolê ku berê AKP û MHP di pêş de bûn, vê carê "Na" derket pêş û "Na" bi ser ket. Navçeyên Uskudar, Eyup, Beyoglu, Beylikduzu, Sancaktepe, Kartal, Kuçukçekmece, Kagithane, Esenyurt, Buyukçekmece yên berê AKP li pêş bûn û wekî kelehên AKP'ê bûn, vê varê "Na" bi ser ket. Îtifaqa AKP û MHP'ê herî kêm ji sedî 10 deng winda kir. Gelê Stenbolê bi hinceta di hilbijartinê û sindoqan de lîstik û hîle hatiye kirin piştî encama hilbijartinê diyar bû daketin kolanan û encama hilbijartinê bi çalakiyan îtîraz kirin.

TRAKYA GOT ‘AYIR’

Li bajarê Kiriklarelî yê ji sedî 71 dengê "Na" stend. Li hemû navçeyên Kiriklarelî dengê "Na" derket pêş. Di hilbijartina 1'ê Hezîranê de AKP û MHP ji sedî 40 deng girtibûn. Di vê hilbijartinê de ji sedî 12 dengê AKP û MHP'ê daket. Li Edîrne jî heman encam derket. Li Edirneyê jî di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî dengê AKP û MHP ji sedî 10 daket û gihişt ji sedî 29. Li navçeyên Tekirdag jî "Na" derket. AKP û MHP ji sedî 10 daket û dengê ji sedî 38 deng girtin.


ÇANAKKALE JI SEDÎ 60 NA'

Yek ji bajarê ku "Na" derket pêş jî bajarê Çanakkale ye. Çanakkale ji sedî 60 got "Na". Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de AKP û MHP'ê ji sedî 15 deng winda kir û ji sedî 39 deng girt. Eniya "Na" jî ji sedî 60 deng girt.
Li Balikesirê AKP û MHP ji sedî 60'an daket ji sedî 45'an. Li bajarê tekstîlê Bûrsayê jî AKP ji sedî 53 deng girtibû vê carî tevî îtîfaka MHP'ê ji sedî 53 deng girt.