MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê Alî Atalan li Nisêbînê ji sedî 78.59 derketina dengên "Na" nirxand û wiha got: "AKP'ê malbatên ku malên wan hatin xirakirin bi gotin 'ger hûn nebêjin Erê, tazmînatê nadin we, mal dê nedin' gef li malbatan xwar lê ligel vê şekê gel bi qehremanî helwesta xwe nîşan da."
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan endamên referandumê nirxand diyar kir ku bi taybetî li cihên ku qedexe hatiye îlankirin bi rekor dengê "Na" derketiye û bi vî re AKP têk çûye. Atalan destnîşan kir ku divê bi taybetî peyamên li bajarên hatine xirakirin baş bê dîtin û wiha berdewam kir: "Li vir peyama ku divê bê girtin ew e ku gelê me ligel bin dorpêçê, zirarên mezin, li dijî tunebûnan li bajaran serê xwe netewandine, li dijî zilm, zordarî û mêtingeriyê li ser piyan sekiniye. Ev derket holê. Êdî divê hemû nirxandinên siyasî, li ser vî esasî bên kirin. Em wekî nifusa li qerêma xwe wekî gelê kurd gihiştine serkeftinê."
'NISÊBÎNA RENGÎN QEREKTERÊ XWE DANÎ HOLÊ'
Atalan destnîşan kir ku bi encamên referandumê ve qerekterê wekî "Nisêbîna Rengîn" tê zanîn careke din derketiye holê, li Nisêbînê ligel ku xebateke xurt nekirine jî gel xebatên xwe meşandiye. Atalan wiha got: "AKP'ê malbatên ku malên wan hatin xirakirin bi gotin 'ger hûn nebêjin Erê, tazmînatê nadin we, mal dê nedin' gef li malbatan xwar lê ligel vê şekê gel bi qehremanî helwesta xwe nîşan da."
Atalan bilêv kir ku referandum di şertên demokratîk de pêk nehatiye û wiha berdewam kir: "Ger ku di şertên demokratîk de bihata kirin ji sedî 80 zêdetir dê Na derketa. Li Tirkiyeyê mirov nikare bibêje AKP bi ser ketiye. Ji ber ku em şertên nedemokratîk bînin ber çavan li Tirkiyeyê AKP têkçûneke mezin jiyaye."