Keyayê taxa Firatê ya hate xirakirin hate girtin

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê keyayê taxa Firatê ya ku di dema qedexeyan de bi temamî hate xirakirin, Hayrettîn Ozdemîr hate girtin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê keyayê taxa Firatê ya ku di dema qedexeyan de bi temamî hate xirakirin, Hayrettîn Ozdemîr duh hate binçavkirin. Ozdemîr ê piştî îfadeya li emniyetê derxistin dozgeriyê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Ozdemîr bi heman îdiaye hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.