AMED - Welatiyên Navçeya Sûrê di hilbijartina referandûmê de gotin “Na” û destnîşan kir ku hilbijêrên Sûrê li hember xerakirinê, qetliam, girtina, tank û topan bersiv daye û sîleyek li pergala serokatiyê daye.
Îktîdara AKP'ê bi hevkariya MHP'ê û derfetên dewletê li tevahiya Tirkiye ji sedî 51.4 deng girt. Eniya muxalif jî ji sedî 48.7 deng girt. Her çend Tifaqa AKP û MHP'ê li tevahiya Tirkiye ji sedî 50 derbas kir jî li Bajarên Kurdistanê "Na" bi ser ket û bersîv da pergalê. Li bajarên ku qeyûm hatin tayînkirin û bajarên hatin dorpêçkirin, gotin "Na" Li hemû bajarên Kurdistanê "Na” bi serket Yek ji van bajarên ku Na bi ser ket jî navçeya Sûrê ku qeyûm hat tayînkirin. Navçeya Sûrê ku 6 taxên wê ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin û welatiyên wê hatin koçberkirin, di referandumê de ji sedî 64.94'an got "Na". Planên hikûmetê yên li ser Sûrê dihat peşandin pûç kir. Welatiyên Sûrê encama hilbijartinên li Sûrê nirxandin û dan zanîn ku li gel hemû xerakirin û koçberkirina navçeyê wan di hilbijartinê de sîle li planên pergala serokatiyê daye.
Esnafê Sûrê Ahmet Kurt destnîşan kir ku hikûmetê xwest bi argûmanên şer çavê gelê Sûrê bitirsîne û perişan bike û wiha got: "Ligel hemû êrîş û sipartina şer jî encamek baş ji Sûrê derket. Kurt anî ziman ku ne ji şer be dê hin bêtir li Sûrê dengên “Na” derketina û got ku bi şer gel tirsandine û ji ber vê carek din jî “erê” bi serneketiye.
‘SÛR XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKET’
Welatiyê bi navê Bayram Kanat ê ku ev bû 18 sal e li Sûrê terzîvaniyê dike jî diyar kir ku li çi bînin serê Sûrê jî dê tu carî “erê” dernekeve û got ku Sûr keleha dengê “Na” yê ye. Kanat da zanîn ku heke sibê carek din hilbijart bibe jî dê carek din Sûr ji sedî 70’ê yê xwedî li vîna xwe derbikeve û got ku ne mimkûne Ak Partî li Sûrê bi serkeve.
‘KURDAN WAN NEXWEST’
Şêniyê bi navê Orhan Gulen jî destnîşan kir ku encama hilbijartinê ya Kurdistanê ji bo wan girînge û wiha got: “Bajarên Tirkiyê ji bo ne girîng in. Em dixwazin ku li tevahiya Kurdistanê wan paqij bikin. Kesê ku kurdan nexwaze em jî wan naxwazin. Ev yek di referandûme de xwe da nişandan. Kurdan carek din bersivek baş dan wan. Lê me dixwest hin bêtir em bersivek bi bandor bidin wan.”
‘BERSIVA PERGALÊ DAN’
Welatiyê bi navê Omer Tekîn jî bilêv kir ku gelê kurd di serî de li Amedê û li gelek bajarên din bersiva vê pergalê da û wiha pê de çû: “Bersiva herî baş jî ew bû da qetliyamên wan ên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê. Yên ku hevserokên me, parlementerên me, hevşaredarên me û bi hezaran gelê me xistin zîndanan bersiva xwe girtin. Lê ew çi jî bikin gelê kurd serê xwe li ber natewîne.”
Welatiyê bi navê Alî Guler jî êrîşên qirkirina siyasî û qetliyamên di nav du salên dawî de bibîr xist û got ku gelê Sûrê bersiva tank, top û gulebarankirinê baş daye û dê ev gelê qedîm tu carî serî netewîne.