KOCAELÎ - Ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan ku ketiye roja 62'yemîn li Dîlovasi greve birçîbûnê ya drveger hate destpêkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Dîlovasi ya Kocaelî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan ku ketiye roja 62'yemîn greva birçîbûnê hate destpêkirin. Hevserokê HDP'ê yê Dîlovasi Abdulkadîr Demîr, Rêveberê DBP'ê yê Kocaeliyê Selîm Akdogan, Berdevka İnsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Meryem Aydin, endamê Ciwanan a HDP'ê Vefa Tekgul, rêveberê HDP'ê ya Dîlovasi Ahmet Altun dest bi greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.
Li cihê grevê pankartên "Em berxwedana zindanan silav dikin" "Daxwazên wan daxwazên me ne" "Bijî berxwedana zindanan" hate vekirin, Abdulkadîr Demîr axaftineke kurt kir.
Demîr xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û Wezareta Dadê û hikûmet berpirsyariya dikeve li ser milên wan bi cih bînin. Demîr destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji dîrokê heta niha îşkence û pêkûtî berdewam kiriye û wiha got: "Bila neyê jibîrkirin ku dema ev êş tê jiyankirin tenê yên ku dewletê bi rêve dibin na, çapemeniya ku li hemberî vê yekê bêdeng dimîne jî şirîkê vî sûcê ye."
Demîr got ku rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe û heta ku daxwazên girtiyan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe bi bidomînin.
Li aliyê din greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'ê ya Gebzeyê hatiye destpêkirin jî bi awayeke dorveger berdewam dike.