ANTALYA - Li bajarê turîzmê yê Antalyayê gel di referandumê de got "Na" û li dijî polîtêkayên AKP û MHP'ê derketin. Parlamenterê CHP'ê Niyazi Nefi Kara diyar kir ku gelê Antalyayê aramî, aştî, demokrasî û siyaseta rast xwestiye.
Li bajarê turîzmê yê Antalyayê di referandumê de gel li dijî polîtîkayên AKP û MHPê derket û got "Na". Li Antalyayê ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de de AKP û MHP'ê ji sedî 58,9 deng derxist di vê hilbijartinê de AKP û MHP'ê ji sedî 20 puan deng winda kir. Gelê Antalyayê li dijî AKP û MHP'ê derket û ji sedî 59,08 got "Na". Li bajarê Turîzmê ku her salê 10-12 milyon tûrst tên li vir ziyaretê dikin, Piştî Tirkiye di sala 2016'an de balafira şer a Sûriye xist, Rûsya li dijî Tirkiye dest bi polîtîka û şerê taybet kir. Dîsa piştî DAİŞ û El Nusra li tirkiye û herêmê komkujî pêk anîn tûrîst îsal nehatin Tirkiye. Qeyrana turîzmê bandorek neyînî li ser gelê Antalyayê kir. Li Tirkiye nêzî 5 milyon turîst nehatin ziyaretan. Ji sedî 30 Antalya hêjmara turîstan winda kir. Ji ber qeyrana turîstê û polîtîkayên Tirkiye yên derve li Antalyayê 200 hezar karker ên sektora turîzmê betal man. Polîtîkayên AKP'ê yên derve û li ser turîzmê li Antalya bertek zêde kirin. Gelê Antalya ji sedî 73,62 dengê "Na" da û berteka xwe ya li dijî AKP'ê anî ziman.
Parlamenterê CHP'ê yê Antalyayê Niyazi Nefi Kara, diyar kir ku sedema herî mezin a dengê AKP û MHP'ê kêm bûye sedema şer û polîtîkayên turîzm û bazirganiyê ye. Kaya, bilêv kir ku gelê Antalya aştî, aramî, rakirina aboriyê dixwaze. Kaya da zanîn ku Antalya bajarê turîzm û çandiniyê ye û ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer û aboriyê got na û gel aramî xwest .