STENBOL - Ji "Hayir ve Otesî" Melîs Akyurek diyar kir ku YSK wekî lijneya hilbijartinê ya AKP'ê xebitiye û wiha axivî: "45 deqîqeyan malpera YSK'ê qut bû. YSK'ê daneyên xwe neda. Tiştek qewimî ev zelal e."
Piştî encamên referandumê hatin aşkerakirin têkîldarî nîqaşên bêusulî hate kirin jibilî HDP û CHP'ê ji gelek derûdoran nerazîbûn tê. Di nava yên ku nerazîbûnê nîşan didin de "Hayir ve Otesî" ya ji dildarên gelek beşên cuda pêk tê hat. Ji "Hayir ve Otesî" Melîs Akyurek diyar kir ku li gelek dibistanan pusula û zerf bûn, li Maltepeya Stenbolê li dibistanekî bi temamî pusula û zerf kêm bûn.
Akyurek destnîşan kir ku di dengên derveyî welat de dengên bêmohr derbasdar nehatine hesibandin bi vî awayî agahî hatiye wan, li Tirkiyeyê jî dengên bêmohr ên hatine qebûlkirin qasî milyonek û nîv deng in.
'HILBIJARTIN REWA NÎNE'
Akyurek wiha axivî: "Ên ku fêm kirin nikarin li ser sandoqan dengan bidizin ji jora YSK'ê biryar girtin û ev pêk anîn. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ev hilbijartineke rewa nîne. Ajansa Anadolu çawa ku wekî ajansekî AKP'ê dixebite, YSK jî wekî lijneya hilbijartinê ya AKP'ê xebitî. Hê serokdewletî nehatibû nîşan da ku AKP'ê mudaxale kiriye."
Akyurek wiha berdewam kir: "Em difikirin ku ev lîstikek e. Polîsên ku belgeya 142 xistine bêrîka xwe hatine deng bi kar anîne piştî ku dengê xwe bi kar anîne belgeya xwe teslîmî peywirdarên sandoqan nekirine hene. Jibilî vê jî bûyerên ku li dibistanan mohrên Erê hatin lêdan hene."
Akyurek destnîşan kir ku li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Amedê "Na" derketiye lê ligel vê yekê jî çawa "Erê" li pêş derdikeve, hate gotin ku hê çuwal dihatin sandoq hatine vekirin, 45 deqîqe malpera YSK'ê qut bû, dekarî denayeka bikeve malperê, diyar e ku tiştek qewimî ye.