NAVENDA NÛÇEYAN - YSK'ê dengên bêmohr ên ku ji Stockholm û Kopenhangê hatin, qebûl nekir.
Di referandumê de qebûlkirina dengên bêmohr ên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji nîqaşan re rê vekir, nîqaşên li ser mijarê berdewam dike. Dengên bêmohr ên ji 3 sandoqên ku ji Stockholmê hatin, nehatin qebûlkirin. Ji sandoqan nêzî 180 deng hebûn. Rewşekî bi vî rengî jî 3-4 sandoqên ji Kopenhangê hatin jî qewimî.
Îtiraza ku peywrdarên sandoqan ên HDP'î kirin li bendê ye îro bê nirxandin.