DBP: Kurdan nîşan da ku naxwazin Enqere wan bi rêve bibe

AMED - Cigirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, têkildarî encama referandumê diyar kir ku li bajarên Kurdistanê "Na" bi ser ketiye û kurdan gotiye Na. Tunç, anî ziman ku gelê kurd li dijî polîtîkayên şer ên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê helwesta xwe nîşan daye û aşkere kiriye ku naxwaze ji aliyê Enqereyê ve bê rêvebirin.

Li Tirkiye hilbijartina referandumê di 6'ê Nîsanê de pêk hat. Di referanduma ku hêj encama wê ya fermî aşkere nebûye ji sedî 51.3 "erê" ji sedî 48.7 "Na" derket. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, encama vê hilbijartinê nirxand. Tunç, anî ziman ku gelê kurd bi gotina "Na" polîtîkayên AKP'ê red kirine. Tunç, anî ziman ku her çend li tevahiya Tirkiye "Erê" derketibe jî ev bi zext, zor û tirsê pêş ketiye û wiha got: "Dema mirov li encama herêmê binere, em dibînin ku di 2 salên dawî de şer heye. Gelê kurd li dijî vê zilm, kuştin, înkar, îmha, zext û îşkenceyê re got na. Hevî hemû şerê dijwar û lîstikên mezin dîsa ji sedî 70 "Na" derketiye. Gelê kurd peyama aşkere da îktîdara AKP'ê û dewletê. Gelê kurd diyar kir ku li dijî polîtikayên şer in û van polîtîkayên şer qebûl nakin.b

QEYÛM NE REWA YE

Tunç, da zanîn ku li aliyekî bi zorê qeyûman tayîn dike û hevşaredar û siyasetmedaran avêin zindanê, li aliyê din dixwazin bi zextan bi rêve bibin û encama vê hilbijartinê nîşan daye ku Qeyûm li vir ne rewa ye. Gelê kurd ji polîtikayên zext û bişaftinê re got Na. Li dijî polîtîkayên AKP'ê got Na. Divê AKP polîtîkayên xwe carek din di ber çavan re derbas bike û wiha got: "Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de got 'Em dê bajar bi bajar li navçe bi navçe operasyonan pêk bînin. Piştre li Cizîr, Sîlopya, Gimgim, Nisêbîn, Farqîn, Şirnex, Sûr, Hezex, Geverê operasyon pêk anîn. Bi hezaran xani xera kirin. AKP 2 salin bi tundiyê dixwaze her kesî bîne rê û bike koleyên xwe. Di vê referandumê de hemû polîtîkayên wan vala derket. Gelê Cizîrê Sîlopya û Nisêbînê nîşan da ku ew li dijî çi dibêjin "Na". Gelê Gever û Sûrê nîşan da ku ji çi re dibêjn Na. Gelê kurdistanê ji tang, toma, maşîneyên zirxî re got "Na" Got tang û topên we ji bo me bê hikûm in.

GELÊ KURD ÊDÎ NAXWAZE JI ALIYÊ ENQERE VE BÊ RÊVEBIRIN

Tunç, herî dawî da zanîn ku gelê kurd dixwaze xweser be û xwe bi xwe bi rêve bibe û wiha got: "Gelê kurd êdî naxwaze ji aliyê Enqere ve bê rêvebirin. Gelê kurd statuya xwe dixwaze. Lê bi şer, bi tang û topan bersîvê dide gelê kurd. Gelê kurd bi şer gavan paşve navêje. Gelê kurd bi dorpêç, inkar, îmha û xerakirina bajaran gavan paşve navêjin. Kurd êdî naxwazin ji aliyê Enqere ve bê birêve bibe. Gelê kurd di hilbijartina 2014'an de 106 şaredarî qezenç kir. Nîşan da ku dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe. Tunç, bilêv kir ku nişan daye ku êrîşên li dijî vîna xwe qebûl nake û her dem li vîna xwe xwedî derdikeve.

Tunç, da zanîn ku di şertên OHAL'ê de çûn hilbijartinê û tevî vê eykê YSK'ê pusulayên bê mohr derbasdar qebûl kirine û bûye şirîkê hîle û nelirêtiyên hilbijartinê. Tunç, da zanîn ku AKP û MHP'ê li kurdistanê ji sedî 60 dengê "Erê" armanc kiriye, lê li tevahiya Tirkiye bi zor 51 deng girtiye û wiha got: "Li gelek herêmên ku kurd lê dijîn polîs û leşkeran li ser sindoqan astengî ji hilbijêran re derxistiye. Encama hilbijartina duh bi şik û şaîbe ye. Hem li derve û hem li hundir rewatiya vê hilbijartinê tune û em dê lêpirsîn bikin.

Tunç, herî dawî destnîşan kir ku AKP dê nekaribe bi serê xwe bibe hikûmdar û ger ku bibe îktîdar jî dê nikaribe aramiya Tirkiye pêş bixe û wiha got: "Tirkiye li ser duriyanê ye. An dê têkeve rêya azadiyê û azadiya mafan biparêze. An jî dê dewletê teslimî yek mirovî bike û tirkiye di zinar werke.