STENBOL - Navnişana twitterê ya @franksiyon_org'ê nexşeya dengên bêmohr hatine bikaranîn weşand. Bajarên herêmê di rêza yekemîn de ye.
Li gorî encamên nefermî yên referandumê "Erê" li pêş be jî li hemberî biryara Lijniye Bilind a Hilbijartinê (YSK) a qebûlkirina dengên bêmohr di civakê de bû sedema nerazîbûnan. Di serî de HDP û CHP, eniya "Na" û çavdêrên hilbijartinê daxuyandin ku ev nayê qebûlkirin, dengên bêmohr ji kû hatine ji aliyê hemû kesan ve tê mereqkirin.
Nîqaşên li ser dengên bêmohr berdewam dike li aliyê din navnîşana twitterê ya @franksiyon_org'ê nexşeya dengên bêmohr hatine bikaranîn weşand. Li gorî nexşeya hate weşandin herî zêde li bajarên herêmê dengên bêmohr li bajarên herêmê yên wekî Mêrdîn, Bedlîs, Wan, Mûş, Xarpêt, Riha û Çewlîg e.