STENBOL - Kedkara tenduristiyê Hulya Şen, ji bo encama referandumê îtîraz bike îstîfa kir û ji Stenbolê ket rêya Enqereyê û dest bi meşê kir.
Li Stenbolê kedkara tenduristiyê Hulya Şen ji bo encama referandumê îtîraz bike îstîfa kir û ji Stenbolê ket rêya Enqereye. Hulya Şen dê heta Navenda YSK'ê ya Enqereyê bimeşe. Şen ku 25 salin xizmeta tenduristiyê dide, ji Qada Altiyol a Kadikoye dest bi meşê kir. Jina kedkar tişortê li ser “#projenizdeğiliz” li xwe kir û dest bi meşê kir. Şen, piştî dest bi meşê kir ji aliyê hezkirî, hevalên xwe û d ostên xwe ve hat pêşwazîkirin. Şen, armanc dike ku heta navçeya Tuzla ya Stenbole bimeşe. Şen, diyar kir ku biryara YSK’ê ne raste û ew dê li dijî vê encamê û biryarê heta Navenda Giştî ya YSK'ê bimeşe.
Şen, bang li CHP'ê jî kir û xwest li dengê xwe xwedî derkevin. Şen, xwest hemû kesên dengê xwe diparêzin tev li çalakiya wê bibin û piştgiriyê bidin meşa wê. Şen ji qada ku lê hatibû îxrackirin dest bi meşê kir û dê heta Navenda YSK'ê ya Enqereyê bimeşe. Şen, anî ziman ku wê ji pîşeya xwe ya 25 salin îstîfa kir û bimeşe YSK û partiyen siyasî jî ziyaret bike.