ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, 5 jinên girtî yên din jî ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.
Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, 5 jinên girtî yên din jî ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Girtiyan bi riya malbata xwe ragihand ku wan ji 15'ê Nîsanê ve dest greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye û gotin, heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan a greva birçîbûnê bidome. Navê 5 jinên girtî yên daxilî çalakiya greva birçîbûnê bûn ev in: Berivan Turk, Leyla Saruhanoglu, Rubin Yildirim, Emine Kaya û Ebru Şahin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtiyên bi navê Hacire Çay û Gurbet Ozturk di 30'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û her wiha di 15'ê Nîsanê de jî li heman girtîgehê 30 girtiyên mêr jî ragihandibûn ku ew jî daxilî grevê bûne. Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hejmara girtiyên di grevê de bû 37 û li Girtşgeha Tîpa L a Alanyayê jî girtiyên bi navê Sima Dura û Suzan Guven ev 5 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene.
Li 26 girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de 273 ye.