Bavê Eylem Ataş: Xwestin wêneyên keça min desteser bikin

EDENE - Bavê şervana BOG'ê Eylem Ataş, Mehmet Ataş ê ku hat binçavkirin, anî ziman ku xwestine wêneyên keça wî wekî delîlê sûc desteser bikin û wiha got: "Ez di bin çavan de rastî lêdan û îşkenceyê hatim."

Li Edeneyê, beriya mîtînga 5'ê Nîsanê ya Serokomar Erdogan, 14 kes hatibûn binçavkirin û piştî 6 rojan serbest hatin berdan. Yek ji kesên hatin binçavkirin bavê şervana BOG'ê Eylem Ataş a ku dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, Mehmet Araş bû.

‘WEK SÛC XWESTIN WÊNEYÊN KEÇA MIN DESTESER BIKIN'

Ataş, diyar kir ku polîsên bi ser mala wan de girtine mal serobino kirine û wiha axivî: "Xwestin wêneyên keça min ên li dîwarê me daliqandî desteser bikin. Xwestin wêneyên keça min wek ûnsûrên sûcî nîşan bidin. Ma dê ji bo bavekî wêneyên keça wî wek sûc bê hesibandin. Bi mehan cenazeyê keça min nedan min. Niha jî dixwazin wêneyên keça min ji min bistînin."

'BI QASÎ 30-40 DEQÎQEYÎ EZ DERB KIRIM'

Ataş, diyar kir ku piştî muayeneya li Tiba Edlî ew birine Muduriyeta Polîsan a Edeneyê û wiha axivî: "Li têketinê polîs li ser min geriyan. Li ber deriyê nezaretxaneyê jî li ser min geriyan. Piştî ez xistim qawîşê bi saetekê, ji bo cixareyê ez ji qawîşê derxistim. Piştî cixareyê polîsê ku nobeta qawîşan digirt, got ez ê dubare li ser te bigerim. Min got, ji xwe hûn du caran li ser min geriyane, ev ji bo çî ye. Lê dema ji bo lêgerînê israr kir, em hinekî ketin qirika hev. Li ser vê komeke ji 10 kesan pêk dihat hat. Ez dirêj kirim erdê û bi qasî 30-40 deqîqeyî ez derb kirim. Piştî derbkirinê min xistin qawîşê. Hewcetî bi muayeneyê nedîtin."

‘JI BER BAVÊ EYLEMÊ ME WISA LI MIN KIRIN'

Ataş, da zanîn ku ji ber derbkirinê hind erên wucûda wî werimîne û 6 rojan ew di bin çavan de hatiye ragirtin. Ataş, anî ziman ku wî ji bijîşkan der barê derbkirinê de rapor wergirtiye û got, bijîşkan ji bo êşê hebên êşê nivîsandine. Ataş wiha got: "Li wir 30 kes hebûn. Lê belê tenê ev tişt li min kirin. Wisa difikirim ku ji ber ez bavê Eylemê bûm, ev tişt li min kirin. Ev tiştên hatin kirin muameleyên kêfî ne û ez vana qebûl nakim. Ez ê giliyê polîsan bikim û li ber xwe bidim." Ataş, da zanîn ku ew ji ber hesabekî civaka medyayî yê bêyî hayî wî li ser navê wî hatiye vekirin bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" hatiye binçavkirin û wiha got: "6 rojan di bin çavan de mam. Piştî 6 rojan em şandin dozgeriyê. Bêyî ku dozger li ser çavê me binihêre, îfadeya me wergire em hemûyan berdan. Ev tewra dozger jî nîşan dide ku, bê binçavkirin bi kêfiyeteke çawa tên kirin."