AMED - Piştî referandûmê Serokomar Erdogan spasiya HUDA-PAR'ê kiribû. Endamê KÎD'ê Huseyin Bariş li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Ev vegotin tê wateya ku hêviya xwe ji gelê kurd biriye û bi HUDA-PAR'ê ve girêdaye."
Piştî referandûmê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo xebatên hilbijartinê spasiya HUDA-PAR'ê kir. Endamê Konferansa Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Huseyin Bariş, li dijî vê bertek nîşan da û got, ev vegotin tê wateya ku AK Partî hêviya xwe ji kurdan biriye.
Bariş, dest nîşan kir ku AK Partî bi senaryoyan di referandûmê de bi ser ketiye û got, referandûmê di şert û mercên newekhev de çêbûye. Bariş, anî ziman ku di senaryoyn hatin nivîsandin de, helbet encam diyar bû û got, li gel şert û mercên zor û zehmet jî "Na"yeke hêzdar derketiye holê. Bariş, dest nîşan kir ku derketina "Erê" qethiyen ne serketina AK Partî Û erdogan e û got, her çi qas "Na" derneketibe jî li herêmê kurd bi vîna xwe bi ser ketine.
Piştî ku di referandûmê de "Erê" derket Serkomar Erdogan li Sariyera Stenbolê bangî girseyê kir û wiha got: "Ji bo MHP, BBP û HUDA-PAR a ku li rojhilatê başûr ê welat li gel tehdîtên rêxistina terorî PKK'ê jî jib o 'Erê' xebat bi rê ve birin, spasiyên xwe pêşkeş dikim." Bariş, bi awayekî tund li dijî vê bertek nîşan da û anî ziman ku, tu wateya vê vegotinê tune ye û ev tenê ji bo çavgirêdanê ye. Bariş, diyar kir ku her wiha ev vegotin tê wateya ku gelê kurd nabîne û gelê kurd li derve bihêle û got, ev partî kurdan temsîla nake û gelê herêmê baş dizane ku partiya gel kîjan e.
‘DIXWAZIN DI SER HUDA-PAR'Ê HIN TIŞTAN BIKIN'
Bariş wiha axivî: "Ev vegotin tê wateya ku dê di rojên pêş de hêviya xwe ji gelê kurd bibirin û hêviya xwe bi HUDA-PAR'ê re girê bidin. Ji xwe HUDA-PAR û komên wek wan li gel AKP tevdigerin. Di navbera wan de tu cudahî tune ye. Tiştên dixwazin di rojên pêş de li herêmê bikin, hewl didin di ser HUDA-PAR'ê re bikin. Lê çi dibe bila, dema projeyek hebe bêyî kurdan tu carî nayên çareserkirin. Dê ev jî tu çareseriyê neyîne."