MÊRDÎN - Li bajêrekî ku 6 taxên wê bi erdê ve hatine rastkirin, dayika Şeyza Bûlût bi helwesta xwe nîşan dide ku mirov dikarin di jêrzemînan de jî bijîn û xaka xwe neterikînin.
Li taxên Zeynelabîdîn, Firat, Kişla, Abdûlkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê zêdetirî 8 meh e qedexe berdewam dike û li pişt van taxên ku bi têlan hatine dorpêçkirin hilweşandina avahiyên gel berdewam dike. Li taxa Zeynelabîdîn 714 avahî, 954 xaniyên mustaqil, 535 kargeh û 6 avahiyên cemaweriyê, li Taxa Yenîşehîrê hezar û 11 avahî û hezar û 481 xaniyên mustaqil, li Taxa Dîcleyê jî hezar û 6 avahî û 263 kargeh hatine hilweşandin û li van taxan hîn jî rûxandin didome.
LI BER ÇAVÊN NISÊBÎNIYAN RÛXANDIN DIDOME
Di navbera gel û avahiyên wan de têlên 2 mîtro bilind û li ber çavên gel hilweşandina avahiyên wan her roj pêk tê. Li gel vê yekê jî, gelê bajêr li bendê ye ku têlên di navbera wan û jîngehên wan de bûne sînor di demek zû de werin rakirin û li ser kavilên xaniyên xwe careke din jiyana xwe raçînin. Ev daxwaza dê û bavan e. Li aliyê din, zarokên ku haya wan ji gelek tiştan tune ye jî bêyî ku têl ji bo wan bibin asteng derbasî nava taxên qedexe lê didome dibin. Zarok carinan di nav molozan de dilîzin, carinan jî amûrên malên wan ên ji hilweşandinê xelas bûne kom dikin.
'BILA TÊLAN RAKIN EZ Ê KON VEDIM'
Weke hezaran welatiyên ku malên wan hatine hilweşandin dayika Şeyza Bûlût jî li gel hemû zordariyên jiyanê dev ji Nîsêbînê bernedaye. Çi li mala xizmekî, çi di konekî de an jî weke dayika Şeyza di jêrzemînekî de be jî, axa xwe ji her tiştê pîroztir dibîne. "Min dev ji axa xwe berneda. Bi mehan e di jêrzemînek de me jiyana xwe berdewam kir. Mala me xera kirin, lê bila têla rakin em ê li cihê mala me yî hatiye xerakirin, kon vedin." Bi van gotinên dayika Şeyza jî careke din mirov dibe şahidê girêdana gel a bi xaka xwe re.
QEYÛM HAT ALÎKARIYÊN ŞAREDARIYÊ QUT BÛN
Li bajêr mexdûrtiya gel tenê ne bi hilweşandina bajêr pêk tê. Gelê Nisêbînê bi alîkariyên ji wan re dihatin û alîkariyên şaredariyê hebikî jî be debara xwe dikirin. "Piştî şaredarî hat desteserkirin alîkariya ku ji şaredariyê dihat qeyûm qut kir" ev jî gazincên Rifat Ceme ne. Li ser her zordariyê jî Cene diyar dike ku, ew ê li ser kavilê xaniyê xwe jiyana xwe berdewam bike.
Welatiyê bi navê Fahretîn Çetîn hilweşandina bajêr weke planek qirêj dinirxîne lê ew jî weke her şêniyê bajêr dibêje, "Çi bibe bila bibe ez dev ji bajarê xwe bernadim."