Çanda şelwar, bivê nevêya cotkaran e

EDENE - Şewqeya 8 koşeyî, şelwar û êlegên ku demekê wek nîşaneya dewlemendiyê bûn, niha di nav ciwanan de eleqeya ji bo wan kêm bûye, lê hîn jî bivê nevêyên cotkara ne.

Li Edeneya ku li zeviyên pembo "axayên" ku şewqeya 8 koşeyî, şelwar û êleg li xwe dikirin û bûbû mijara gelek fîlm û rêzefîlman, her diçe eleqeya ji bo van kincan kêm dibe, lê li gel vê cotkar hîn jî vê kevneşopiyê didomînin. Li Sûka Buyuksaatê a navçeya Seyhanê 7 esnafên ku, şelwaran didirûn li gel serdema modern jî rastî rexbetê tên. Ozcan Îçgoz balê dikşîne ser devlinga wan î fireh, doxîna wan î li noqê tê girêdan û rihetiya wan û dibêje, li Çûkûrovayê hîn jî gelek mirov bi şelwaran mezin dibin. Îçgoz anî ziman ku, li gor xwemaliya her herêmê şelwar hene, lê belê herî zêde şelwarê Edeneyê tê zanîn.

RASTÎ ELEQEYA COTKARAN TÊ

Îçgoz anî ziman ku, şelwar û şewqe herî zêde rastî eleqeya cotkaran tên û wiha axivî."Cotkar û welatiyên temenê wan li ser 50'î yên li derdorên bejahiyî dijîn, êlegan jî dikirin û bi kar tînin. li gel vê, ji bo xwepêşandên lîstikên herêmî jî sîparîş tên dayîn."

DI 4 DEMSALAN DE TÊ LIXWEKIRIN

Îçgoz ê dubare kir ku, şelwar li gor pantoran rihetir e dest nîşan dike ku, şelwar di 4 demsalan de tê lixwekirin. Îçgoz wiha domand:"Ji ber germa havînê, şelwar ji ber hêniktir e berê eleqeyeke zêde ji bo wan hebû. Firotinên me yî di mehên havînê de li gor salên berê pir baş bûn. Bi piranî cotkar û welatiyên li derdorên bejahiyî rûdinên, şelwaran dikirin. Lê di demên dawî de, daxwaza ji bo şelwaran kêm bûye. Jixwe ciwan şelwaran li xwe nakin."