STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku kurd di referandumê de xwedî li îradeya xwe derketine û wiha axivî: "Daxuyaniyên wekî 'kurdan dengê Erê bi kar anîne' ji bo polîtîkayên ewlehîkra ên nû bingeh avakirin e." Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî li hembarî gotina Erdogan a "Yê ku hespa xwe girt ji Uskudarê derbas bû" dengê "Na" ya ji Uskudarê derket bi bîr xist.
Hevberevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamên referandumê yên nefermî nirxand. HEvserdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu yên li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist bal kişandin li ser bêusuliyên derketin holê.
KOÇYÎGÎT: DIVÊ YSK ÎTIRAZAN QEBÛL BIKE
Koçyîgît diyar kir ku divê pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku 4 partî jî di nav de ne bînin pêşberî gel, di pêvajoya propagandayê bi gelek bêusuliyan ve rû bi rû mane û got ku ew dibêjin pêvajo bêusul bû û qebûl nakin. Koçyîgît wiha berdewam kir: "Dengê Erê ya ku ji sandoqê derneket YSK'ê derxist. Em vî nehiqûqiyê qebûl nakin. Dengên bêmohr ên derveyî welat nehatin qebûlkirin lê yên li hundirê welat hatin qebûlkirin. Gotineke ku YSK li vir bike nîne. Em dizanin ku ji sandoqê Na derketiye. Ya ku divê YSK bike qebûlkirina îtirazan û lêkolînkirin e. Bi vî rengî dikare îtibara xwe qezenc bike."
'NA BI SER KET'
Koçyîgît bilêv kir ku li Tirkiyeyê dengê "Na" y3en derketine ji bo hikûmetê "karta sor e" û û wiha axivî: "Nîvî welat gotiye Na. Divê ev peyam baş bê xwendin. Bloka Erê got ku li vî welatî ji 24 milyonî zêdetir mirov terorîst in. Zêdetirî 24 milyon kesan gotine Na. Daxuyaniyên AKP'ê vî nîşan dide.
Koçyîgît herî dawî wiha got: "Îradeya gelê kurd diyar e. Xwedî li îradeya xwe ya siyasî derketiye. Xwedî li nasname û çanda xwe derket. Polîtîkayên ewlehîkar ên AKP'ê red kir. Daxuyaniyên wekî 'kurdan dengê Erê bi kar anîne' ji bo polîtîkayên ewlehîkra ên nû bingeh avakirin e."
HAMZAOGLU: DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
Hamzaoglu jî ewil grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bi bîr xist û wiha got: "Wekî bijîşkekî 32 salan dibêjin ku mirovên ku azadiyên wan ji destên wan tên girtin wekî çareye herî dawî bedena xwe didin ber mirinê, çalakiyên greve birçîbûnê bi vî rengî ye. Divê Wezareta Dadê hevdîtinê pêk bîne. Di demeke kin de tecrîd bê rakirin."
Hamzaoglu destnîşan kir ku qanûna bingehîn mutabaqata civakî ye û wiha berdewam kir: "Beriya 40 salan qanûna bingehîn a ku li serê me kirin bela li aliyeke, ev metn dê bibe qanûna bingehîn a sedsala 21'emîn. Wekî ku me di 16'ê Nîsan^ede dît YSK a ku qanûna xwe binpê kir bêalîbûna xwe winda kir. 16'ê Nîsanê nîşanî me da ku deng ji bo kê hatiye dayîn na kê hejmartiye girîng e. Ji ber vê yekê jî divê ev referandum bê betalkirin."
Hamzaoglu têkîldarî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan a "Yê ku hespa xwe girt ji Usukdarê derbas bû" jî wêneyê Erdogan ê ji hespê ketibû nîşan da û wiha got: "Uskudarê ji Erdogan re gote Na. Stenbola ku bi salan jê re şaredarî kir gote Na."