MÊRSÎN - Di ser êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP'a Mêrsîn û Edeneyê re 18 meh derbas bûn, lê di dosyeya lêpirsînê de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûnek çênebûye. Hevserokê Mêrsînê yê wê serdemê Selman Gunbat got, "Wek geşedan tenê di dest me de retkirina daxwaza me yî ku ji aliyê walîtiyê ve pêk hat ma" û Parêzer Bedrî Kûran jî diyar kir ku, heke der barê dosyeyê de biryara bidome, ew ê serî li Dadgeha Bingehîn bidin.
Di 18'ê gulana 2015'an de li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsîn û Edeneyê êrîşên bombeyî yên hemwext pêk hatibûn. Di ser van êrîşan re her çiqas 18 meh derbas bûye jî, hîn jî di dosyeya lêpirsînê de bi qasî serê derziyê pêşveçûnek çênebûye. AKP îdia kiribû ku kiryarê êrîşê Savaş Yildizê (32) wanî ye. Lê heta niha bi tu awayî xwegihandina Yildiz pêk nehatiye û her wiha piştî êrîşan di raya giştî de îdiayên wek Yildiz reviyaye Sûriyeyê û tevlî refên DAIŞ'ê bûye, ketibûn rojevê.
Her wiha têkildarî betalkirina biryara nepen a ji bo dosyeyeyê jî, bi dehan carî îtirazên parêzerên partiyê ji aliyê dozgeriyê ve hatin redkirin. Dema êrîş pêk hatibûn Hevserokê HDP'a Mêrsînê yê wê demê Selman Gunbat bû. Gunbat bi bîr xist ku, her çiqas 18 meh di ser re derbas bûye jî, di lêpirsînê de tu geşedanek pêk nehatiye û wiha got:"Em tu carî ji daxuyaniyên rayedarên dewletê yên wê demê ne bi hêvî bûn, lê belê em difikirîn ku, herî kêm wê têkildarî geşedanên pêvajoyê me agahdar bikin. 18 meh di ser re derbas bûn, lê em dibînin hîn jî tu geşedan xwe nedane der, lê tenê geşedanek di dest me de ma, ew jî ji aliyê walîtiyê ve retkirina daxwaza me ye."
'DIXWAZIN SER ÊRÎŞÊ BIGIRIN'
Gunbat anî ziman ku, teqez bû ku kiryar endamê DAIŞ'ê Savaş Yildiz e û wiha ragihand:"Hîn jî tu geşedan di dosyeyê de pêk nehatine û heke ev êrîş wek êrîşeke munferît tê wesfandin, nexwe ev nîşaneya ku li gelek deveran rewakirin êrîşên li dijî kurda ye. Îro operasyonên ku li dijî partî û hevserokên me pêk hatin jî, ne li dervayî vana ne." Gunbat dest nîşan kir ku, wê di pêvajoyên pêş de der barê lêpirsînê de tu geşedan pêk neyên û wiha diyar kir:"Wê ser vê bûyerê jî, wek êrîşên li dijî kurdan pêk hatin binuxumînin."
Ji parêzerên HDP'ê Bedrî Kûran jî dest nîşan kir ku, der barê dosyeyê de tu geşedanek tune ye û got, hemû îtirazên wan bê encam mane. Kûran anî ziman ku, heke biryara nepen bidome, ew ê serî li Dadgeha Bingehîn bidin û xwest, biryara nepen a li ser dosyeyê bê betalkirin.