Li 33 girtîgehan 300 girtî di grevê de ne

STENBOL - Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 63'yan de didome. Li gorî daneyên OHP'ê li 33 girtîgehan 300 girtî di grevê de ne.

Greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Şakranê kete roja 63'yan û li gelek girtîgehan li derdora 50'i rojan e, berdewam dike. Platforma Dadmendên Azadîxwaz (OHP) li 33 girtîgehan 300 girtî greva birçîbûnê dimeşînin. Li gorî daneyan girtiyên li Tîpa T-2 ya Girtîgeha Şakrana Îzmîrê girtiyên di koma yekemîn de wihan e: Eren Tekîn, Sînan Emekçî, Mustafa Akar, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Murat Duran, Kasım Ozdemîr û Erhan Aryuz. Girtiyên di 6'ê nîsanê de dest bi grevê kirîn jî ev in: Zekî Yîgît, Tancu Yildirim, Cahit Ayaz, Şahîn Aslan, Yakûp Guneş, Mahmut Aba, Adnan Kiliç, Cemal Gunsel, Mehmet Degîrmencî, Faruk Kara, Ramazan Atabey û Mehmet Yavuz.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T-3'yan a Şakrana Îzmîrê jî wihan e: Zana Yatkin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar û Aslan Îlhan. Girtiyên di 5'ê nîsanê de ketine grevê jî wihan ne: Suat Gurbuz, Mehmet Umît, Îsmaîl Genç, Murat Durak û Halîs Ural. Girtiyên wekî koma 3'yemîn di 10'ê nîsanê de ketine grevê jî Fettah Yildirim, Îrfan Ogur, Murat Aydin, Mîkaîl Çagrisi, Rojhat Jirelman, Hayatî Engîn û Îbrahîm Erkiliç in.

7 JIN DI GREVÊ DE NE

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê jî jinên bi navên, Hûrriyet Dogan, Mahsûme Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez û Derya Moray ji 22'yê sibatê heta niha di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên bi navên Hafîze Toprak û Ebrû Guden jî di 6'ê nîsanê de tev li grevê bûne.

Li gorî raporê navê girtiyên li girtîgehên din di grevê de ev in:

Girtîgeha Tîpa T-4 a Şakranê: Abdullah Aksu, Yusuf Ozdemîr, Ronî Yavuz, Muhammed Birû, Şivan Bîlîk, Ahmet Azad, Haci Hemû, Nayîf Yargin û Veysî Kaya 1'ê adarê wekî koma yekemîn ketin grevê. Devran Makas, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Veysel Yakar û Kamûran Nas di 2'yê adarê de tev li komê bûn. Rogar Tîrêj Ozalp, Tuna Aydin, Omer Akdaş, Onur Cem Ertemur û Abdullah Onul wekî koma sêyemîn tev li grevê bûn.

Li SÎNCANÊ 16 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE

Li girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê: Ji 23'yê Sibatê heta niha wekî koma yekemîn, Sosin, Şengul, Jiyan Ateş, Nilûfer Şahîn, Fatma Gokhan, Leyla Uyanik, Şîvekar Ataş û Reyhan Kavak di grevê de ne. Sedef Demîr, Elîf Çetînbaş, Şehrîban Zugurlu, Şehrîvan Çoban, Şîlan Çetîner, Zeynep Sîpçîk, Bînnur Yildiz, Rojda Enez û Berrîn Sari di 3'yê nîsanê de tev li grevê bûn.

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'emîn a Tekîrdagê: 10 girtiyên 8'ê adarê ketîn grevê di 16'ê adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa T-1 a Tekîrdagê kirin. Kesên niha li Wanê grevê didomînin Mahsum Yuksekbag, Abdullah Aydin, Mesut Yabalak, Yunus Konak, Dilgeş Yaşar, Kerem Karagoz, Îlyas Yorgun, Ganî Kaya, Taner Aslan û Îsmaîl Berka.

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê: Ji 15'ê adarê heta niha Sînem Oguz, Fatîme Demîr, Nurşen Tekîn, Aycan Ozdogan û Saadet Akin di grevê de ne.

Girtîageha Tîpa T a Erzincanê: Ji 15'ê adarê heta niha Yilmaz Gunay, Salîh Kaya, Murat Bakir, Omer Tutuş, Mahmut Bugrahan, Zulkuf Ortaç, Ramazan Durman, Savcı Yildiz, Hîkmet Karakuş, Hakan Înca Alaatîn Demîr û Adem Karadenîz û Sedat Akin grevê didomînin.

Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê: Ji 27'ê adarê heta niha Mehmut Nûrî Taniş, Mehmet îlhan, Huseyîn Yildirim, Mahmut Balkaş, Nevzat Ozturk, Fahrettîn Kocakaya, Mehmet Tarik Dagtaş, Azîz Yalçin, Kenan Karaaslan û Fethi Oktay di grevê de ne. Di 11'ê nîsanê de Recep Bekîr, Alî Dalaban, Mahmut Yamalak, Savaş Barîk, Suphan Delen, Murat Çetîn Kaya, Murat Satilmiş û Ozkan Kart jî tev li grevê bûn.

Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê: Ji 29'ê adarê heta niha Zekeriya Sevan, Zekî Cengîz, Yavûz Odumlu û Mustafa Gunduz grevê didomînin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê: Ji 30'yê adarê 2 girtî û ji 15'ê nîsanê jî 30 girtî ketin grevê. Navê girtiyan wiha ye: Gurbet Ozturk, Hacîre Çay, Kasim Benek, Ferîdun Demîr, Ozkan Aslan, Erkan Yaşar, Muzbah Acar, Emrah Salhan, Mehmet Aktaş, Şervan Yilmaz, Emrullah Çah, Şerafettîn Dogan, Emre Can Demîr, Şemsettîn Edem, Rezan Cengîz, Ramazan Memîş, Ferhat Kaya, Mazlum Efe, Tuncay Çîçek, Sezar Ozkan, Yildirim Temel. Navê 11 girtiyan jî nehat zanîn.

Li Girtîgeha Hatayê jî 11 girtîgeh ji 1'ê nîsanê heta niha di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê ji 1'ê nîsanÊ heta niha 6 girtî di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa L ya Kepsûtê jî 10 girtî ji 3'yê nîsanê heta niha di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ji 4'ê nîsanê heta niha Yilmaz Çelîk, Suleyman Benzer, Aydin Akiş û Mehmet Erbay di grevê de ne. Ji 4'ê nîsanê Bûrhan Çelîk, Mehmet Taç û Mazlum Erdem, ji 14'ê nîsanê jî 4 girtî di grevê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yemîn Ahmet Altay, Sînan Koyuncu, Recep Kaya, Sedat Aydin, Înan Akin û Hasan Muhammed Îbîş grevê didomînin. Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê di 4'ê nîsanê de 2 girtî, di 10'ê nîsanê de 3 girtî û di 14'ê nîsanê de jî 6 girtî ketin grevê. Navê girtiyan wiha ye: Murat Aslan, Metîn Ayna, Serfînaz Demîrel, Zeynep Erdem, Leyla Aşkan, Sevda Arcan, Sevgî Akagunduz, Cîhan Oner, Delîla Roj Erkmen, Neslîhan Çetîn û Nurcan Ersoz.

Girtîgeha Tîpa T a Menemenê: Ji 5'ê nîsanê heta niha Hasan Acar, Cengîz Atsiz, Abdûlkadîr Kap û Îmam Ozer. Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê: Ji 5'ê nîsanê Zelîha Kocaman, Zeynep Taşgîr, Ozlem Soyler, Şehnaz Şahîn, Rûşen Erdem, Newroz Bozkurt û Berîvan Erol di grevê de ne.


Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5'emîn: Muhammet Ahmed, Îhsan Tuzun, Muhlîs Emîn Altay, Ekrem Gun, Egît Bîlge, Ercan Ugurlu Selman Golbaşi, Ganî Çelîk, Zafer Saglam û Firat Kayalidag.

Girtîgeha Bandirmayê. Ji 5'ê nîsanê Emir Yuce, Murat Kepenek, Mehmet Emîn Yildirim, Kerem Budak, Engîn Okutucu, Maşallah Eren, Yunus Uşumuş, Agît Yilmaz, Şahîn Geges, Abdullah Kaya, Metîn Gezen, Mîkaîl Bîlgîn, Hamza Altun, Şeyhmus Can, Cîhan Ubraş, Kamîl Îzgî, Fesîh Taş, Yusuf Serhat Bîlgîs, Hasan Abît, Umît Agirbaş û kesek navê wî nehat zanî yê bi paşnavê Taş ketin grevê.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ji 10'ê nîsanê heta niha Enes Adlim, Nezîr Guneş, Fehmî Yavuz, Guven Suvarîogullari û Îsmaîl Çevîk.

Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê: Ji 7'ê nîsanê heta niha Yaprak Taşci û Nazli Soglîn. Li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ji 7'ê nîsanê heta niha Metîn Keleş û Şahîn Tan û 3 girtiyên navê wan nayê zanîn. Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'emîn: Ji 8'ê nîsanê heta niha Zekî Yildirim, Utku Ustun, Cezmî Kartal, Zennur Durdî ve Îbrahîm Kaya û di 10'ê nîsanê de Sona Mengutay û girtiyek navê wî nayê zanîn.

Li Girtîgeha Sêwerekê Ayten Tîkît û Zeyner Kiyar ji 8'ê mehê heta niha di grevê de ne. Li Girtîgeha Dîlokê Omer Yîgît, Ozgur Îsnaç, Muslum Kaya, Ahmet Saraç û Suleyman Kaya ji 10'ê nîsanê heta niha di grevê de ne. Li Girtîgeha SêrtÊ jî 5 kese ji 10'ê nîsanê, 2 girtî jî ji 12'ê nîsanê heta niha di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 8 girtî di 11'ê nîsanê de, li Girtîgeha Alanyayê jî 2 girtî di 11'ê nîsanê de ketin grevê.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Nesîr Akgul, Şîlan Okut, Ece Gokdag, Esma Başkale û Zokan Çîçek 10'ê nîsanê ketin grevê. Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê Rojhat Aydin, Mehmet Yîgît, Sînan Sayik, Mert Sonmez û Mehmet Ogur. Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê 3 girtî, li Girtîgeha Meletiyê 3 girtî û li Girtîgeha Tîpa M a Vezîrkopruya Samsûnê 11 girtî di grevê de ne.