Li Edeneyê xwendekarek hat girtin

EDENE - Li Edeneyê, ji xwendekarên zanîngehê yên 2 hefte berê hatibûn binçavkirin yek jê hat girtin.

Li Edeneyê, du hefte berê xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê Kemal Torlak û Muhammed Seyhmus hatibûn binçavkirin. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan, her du wxendekar sewqî edliyeyê hatin kirin. Paşê ji aliyê dozgeriyê ve bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadweriya lêpirsînê hatin kirin. Li dadweriyê ji xwendekaran Şahin bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan û Kemal Torlak jî bi heman atwanbariyê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê.