Ji bo heywanên li kuçeyan banga hestiyariyê

MÛGLA - Li Marmarîsê navenda rehabîlîtasyonê ya kuçikan ku ji aliyê xwezahez û heywanhezan ve hat avakirin, kûçikên terkî kuçeyan hatine kirin, rastî şidet û îstîsmarê hatine tedawî dike. Li rehabîlîtasyona hemû xebatkarên wê dildar in, 450 kûçik li benda xwediyê xwe ne.

Li Marmarîsa Mûglayê navenda rehabîlîtasyonê ya kuçikan ku ji aliyê xwezahez û heywanhezan ve hat avakirin, xwedî li kûçikên terkî kuçeyan hatine kirin, rastî şidet û îstîsmarê hatine dertê. Heywanên bi heweseke mezin tên kirîn û dawiyê terkî kuçe an jî daristanan tên kirin, nizanin wê li xwezayê çawa bijîn. Gelek ji wan rastî êrîşa kuçikên din tên û di demeke kurt de dimirin. Yên din jî, demek dirêj li dijî nexweşînin cuda û birçîtiyê li ber xwe didin.

Komeleya Parastina Heywanan a Marmarîsê, bi zêdebûna kûçikên terkî kuçeyan tên kriin û şideta li dijî heywanan, navenda rehabîlîtasyonê ava kir. Li navenda rehabîlîstasyonê ya gelek sazî piştevaniya wê dikin, piraniya xebatkarên wê dildar in. Li navenda ku bi dildarî peywirên beytarî û perwerdekariyê tên kirin, zêdeyî 450 heywan dijîn. Li navendê ji bilî kuçikên durehî; kûçikên wek Boxer, Seter, Cooker, Rottwaîler Golden Retrîever jî hene.

'HEYWAN WEK PÊLÎSTOKAN TÊN DÎTIN'

Berpirsiyara Navenda Rehabîlîtasyona Heywanan a Marmarîsê Tulay Yildiz got, hêwirgeh li ser 6 doniman hatiye avakirin û 470 kûçik li hêwirgehê dijîn û dest nîşan kir ku, hêwirgeh zêdeyî kapasîteya xwe xizmetê dike û tengasiya wan î cih heye. Yildiz balê kişand ser pirsgirêkên heywanên li hêwirgehê û wiha axivî:"Nêzî 470 kûçikên me li hêwirgeha me dijîn. Em kûçikên rastî îstîsmar û şidetê hatine, tevî baytarên pispor ên rehabîlîtasyona me tedawî dikin. Piştî tedawî temam dibe, em wan berdidin nav kûçikên din. Kûçik li gor, cinsên xwe, mezinbûna xwe û bêdengiya xwe li beşên cuda tên rawestandin. Piraniya wan ya wek diyariya karneyan an jî ji ber hewesê hatine kirîn û dawiyê terkî kuçeyan hatine kirin. divê mirov xwe û zarokên xw ehîn bikin ku, heywan ne pêlîstok in."

'HEYWAN PÊGIRIYÊ ÇÊDIKIN'

Yildiz wiha axivî:"Ev 4 sal e bi awayekî aktîf ez li hêwrgehê bi dildarî dixebitim. Min bi wasiteya hevaleke xwe navenda rehabîlîtasyonê nas kir. Heywan bi sedeqat û masûmiyeta xwe, pêgiriyê li mirovan peda dikin. Her mirov bi awayekî alîkariyê dike. Hin kûçikan xwedî dikin, ên nikaribin tştekî bikin jî herî kêm pakêtek mama dikire û tîne hêwirgehê. Heywan wek mirovan niakrin derdên xwe vebêjin. Divê ji bo heywanan, her kes havînê tasek av deyne ber deriyê xwe an jî, hêwirgehekê ji bo wan ava bike."

'WAN DAVÊJIN KUÇEYAN'

Yildiz diyar kir ku, welatiyên ji bo bibin xwedî heywanekî dema tên hêwirgehê pêşî di pêşqeydekê û mulakatekê re derbas dibin û got, ew heywanan teslîmî kesên di bîbiriya berpirsiyarê ne dikin. Yildiz wiha got:"Di dema xwedîtiya heywanan de, em pir hesas tevdigerin. Em pêşqeydekê digirin. Gelo wê bi awayekî baş li kûçik binere an wê piştî mehekê bavêje kuçeyan, ev pir girîng e. Kûçikekî ku fêrî atmosfera malê bibe, dubare adaptasyona wî ya li hêwirgehê zehmet e." Yildiz got, heywan ji bo bala turîstan bikşînin jî wek amûr tên bikaranîn û wiha got:"Tenê didema turîzmê de hin kargehên vekirî, ji bo bala kesên di rêde derbas dibin bi taybetî jî ya malbatan bikşînin, cewrikên kûçikan xwedî dikin. Turîstên ewrikan dibînin û ber bi akrgeê ve diçin, xwediyê kargehê wan ji bo bikşînin restorantê û xwarinê bixwin îkna dikin. Malbatên dixwazin zarokên wan hinekî din jî bi van cewrikan re bilîzin, hinekî din jî li restorantê rûdinên. Piştî sezon diqede û dema dikanê xwe digirin, van kûçikan jî berdidin kuçeyan."