Careke din jî dema OHAL'ê hat dirêjkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Tezkereya der barê demdirêjkirina OHAL'ê li Lijneya Giştî ya TBMM'ê hat qebûlkirin. Rewşa Awarte heta 19'ê Tîrmeha 2017'an hat dirêjkirin.

Tezkereya Serokwezîrtiyê ya der barê demdirjkirina OHAL'ê berpêşî Serokatiya TBMM'ê hat kirin. Pêşniyara OHAL'ê li TBMM'ê hat qebûlkirin. Bi vê re bû cara 3'yemîn e ku dema OHAL'ê tê dirêjkirin.

Lijneya Giştî ya TBMM'ê dema Rewşa Awarte (OHAL) heta 19'ê Tîrmeha 2017'an dirêj kir.