STENBOL - Li gelek deverên Tirkiyeyê referandûm hat binpêkirin. Niha jî li Stenbolê binpêkirineke din derket holê.
Li Stenbolê, têkildarî binpêkirinên referandûmê dîmeneke nû derket holê. Serokê sindoqa jimare 1368 a li Dibistana Seretayî ya Gunebakanê ya li Okmeydaniyê, Sadullah Epozhan, dema piştî jimartinê diçe avahiya YSK'ê dibîne ku di destê kesekî de kîsikekî reş heye û bi telaş dibeze. Epozhan, vî kesî radiwestîne. Ew û kes dikevin qirika hev. Li ser vê kîsikê di destê wî kesî de diqete û derdikeve holê ku zerfên dengan di wî kîsikî de ne.
Epozhan, diyar kir ku paşê polîs hatin cihê bûyerê û nehiştin kes nêzî zerfan bibe. Epozhan, anî ziman ku li ser îtirazan peywirdarekî YSK'ê hatiye wir û ji bo dengên ji kîsek derketine wiha gotiye: "Ev deng li polê mabûn."
Nayê zanîn ku der barê bûyerê de girtename hatiye nivîsandin an na û her wiha der barê aqûbeta pusûleyên dengan de jî tu agahî nehatin wergirtin.