Li Girtîgeha Mêrdînê 5 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyan greva birçîbûnê ya dorveger, veguherand greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên PKK û PAJK'î, ev demeke bi daxwaza "Bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê" dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Hat ragihandin ku girtiyan ji 14'ê Nîsanê ve greva xwe veguherandine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Navê girtiyên di greva birçîbûnê de ev in: "Serhat Tekin, Guvara Elîko, Abdullah Acar, Ahmet Yapıcı û Musa Yuce.