STENBOL - Ramazan Kirpinar ê di sala 2002’yan de 26 rojan di greva birçîbûnê de ma û niha piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dike got, “Li hemberî çewisandinan tim berxwedan hebûye” û wiha bang li Serokomar Erdogan û Wezareta Dadê kir: “Dev ji polîtîkayên xwe yên dubarekirî berdin.”
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 64’emîn de ye. Li derve li gel malbat û siyasetmedaran, bi beşdarbûyîna saziyên civaka sivîl jî piştevaniya ji bo çalakiya grevên birçîbûnê her diçe xurtir dibe. Li navçeyên Stenbolê, xizmên girtiyan ên dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin banga hestiyariyê kirin.
Selime Alp a beşdarî greva birçîbûnê bû, daxwazên girtiyan bi bîr xist û wiha got: “Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê demildest daxwazên wan bên qebûlkirin.” Naciye Karabaş jî, anî ziman ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û xwest demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
KEÇA WÊ LI WANÊ, EW JÎ LI STENBOLÊ DI GREVÊ DE YE
Husna Tosun, da zanîn ku 9 meh in keça wê Helin Tosun li Girtîgeha Wanê tê ragirtin û niha di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Çewisandineke mezin li ser zarokên me heye. Eşyayên wan ên taybet jî ji wan stendine û nadin wan. Ketine greva birçîbûnê. 2 mehê carekê hevdîtina vekirî û 15 rojan carekê jî hevdîtina bi riya telefonê heye. Hefteya borî geriya û got ‘Dengê me bibihîsin û bila her kes xwedî li me derkeve.’” Tosun, banga xwedî derketina li girtiyan kir û wiha got: “Ew ji bo me ketin greva birçîbûnê. Divê em jî li derve piştevaniya wan bikin.”
'HETA KU EW DI GERVA BIRÇÎBÛNÊ DE BIN EM Ê JÎ TÊ DE BIN’
Cemile Çiftçi (55) a got “Dema ez neym vir sebra min nayê” wiha axivî: “Dilê min nerihet e. Ji bo xatirê girtiyan divê em bên vir. Kekê min Selim Çiftçi, 21 sal in di girtîgehê de ye. Hefteyekê ket greva birçîbûnê.” Çiftçi banga hestiyariyê kir û wiha got: “Divê em nîşan bidin ku ew ne bitenê ne. Heta ku ew di greva birçîbûnê de bin em ê jî li vir di greva birçîbûnê de bin.”
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî, dest nîşan kir ku ew ji bo zarokên xwe di grevê de ye û wiha bang kir: “Dem nemaye. Niha dem dema xwedîderketinê ye. Ji bo sibê dusibe em li çongên xwe nexin û nebêjin çima em xwedî li wan divê em îro piştevaniyê xurt bikin.”
Şirin Akyol jî got, ew berpirsiyariya dikeve ser milê wan bi cih tînin.
'LI HEMBERÎ ÇEWISANDINAN TIM BERXWEDAN HEBÛYE’
Ramazan Kirpinar ê 11 salan di girtîgehê de ma û paşê hat tahliyekirin, anî ziman ku ew di sala 2002’yan de li Sêrtê 26 rojan di greva birçîbûnê de maye û got, wê demê jî wek niha çewisandin bi awayekî sîstematîk dihatin domandin. Kirpinar wiha got: “Li hemberî van çewisandinan tim berxwedan hebûye.” Kirpinar, balê kişand ser daxwazên girtiyên di gerva birçîbûnê de û wiha bang li Serokomar Erdogan û Wezareta Dadm kir: “Dev ji polîtîkayên xwe yên dubarekirî berdin.” Herî dawî Kirpinar wiha bang li her kesî kir: “Xwedî li vê çalakiyê derkevin û xurt bikin.”