STENBOL - Li Uskudara ku wek keleha AK Partiyê dihat zanîn, gel encamên referandûmê şirove kirin û diyar kirin ku êdî Uskudar AK Partiyê naxwazin. Niştecihên Uskudarê biryara YSK'ê ya zerfên bêmohr protesto kirin û destnîşan kirin ku YSK bi alî tev digere.
Di referandûmê de li hin cihên wek "keleha" AK Partiyê dihatin zanîn, "Na" bi ferqek mezin derket. Yek ji van cihan jî Uskudara Stenbolê ye. Di referandûmê de li Uskudarê ji sedî 53 'Na' derket. Gelê Uskudarê vê encamê wiha şîrove kir: "Êdî Uskudar AK Partiyê naxwaze."
‘TIRKIYE DABEŞ BÛ'
Havva Cansiz (50) diyar kir ku 30 sal in ew li Uskudarê dijî û got, encam biqusûr in. Cansiz, anî ziman ku bi vê encamê re gel dabeşî du perçeyan bûye û got, ji ber van encaman ew zaf xemgîn e. Cansiz wiha got: "Heke bi ferqek mezin hêlek bi ser ketan, mirov dê bigotana piranî wisa ye. Lê encam zaf nêzî hev in û ev jî tê wateya ku Tirkiye dabeşî du perçeyan bûye."
‘BI HÎLEYAN BI SER KETIN'
Pinar Sogut, diyar kir ku ew li Uskudarê seroka faeliyetên civakî yên MHP'ê bû û got, ji ber tewrê Serokê MHP'ê yê Giştî Devlet Bahçeli yê referandûnê wê îstifa kiriye. Sogut, diyar kir ku di hilbijartinê de hîle çêbûne û wiha domand:
“Di referandûmê de ez peywirdara sindoqê bûm. Hîn tobeyên me ji bo hijmartinê neçûbûn, televîzyonê dets bi weşanê kir û got AKP bi ser ketiye. Ev eletewşî çawa çêdibe, hîn jî fêm nakim. Me li dibistana xwe mohr li zerfên bê mohr xistin, lê li dibsitanên din rewş çi bû, em nizanin. Bi hîleyan bi ser ketin, lê ya girîng bajarên mezin in. Li wan abjaran jî em bi ser ketin. Wek MHP'iyeke berê min jî ji bo pêşeroja zarokên xwe got 'Na'."
‘YSK ZILAMÊ TAYYIP E'
Nuran Gezgin jî anî ziman ku wê wek uskudariyekê gotiye "Na" û got, di hilbijartinê "Na" bi ser ketiye. Gezgin, diyar kir ku ew vê hilbijartina bi "hîle" protesto dike û wiha axivî: "Her çi qas bêjin em bis erketine jî, lê em bi ser ketin. YKS, zilamê Tayyip e. Her hal dê êdî ehlê 'Na'yê jî rahêlin pasaportên xwe û biçin derveyî welat."
'ENCAMÊN YSK'Ê SOSRETMAYÎ NE'
Umut Yildirim, anî ziman ku hilbijartineke pir ecêb çêbûye û got, bi taybetî jî dengên bêmohr meseleyek zaf bifikare ye. Yildirim wiha got: "Lê daxuyaniyên YSK'ê jî zaf ecêb in. A rast çî ye, ez jî nizanim."
‘EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE DÎSA JÎ BIXEBITIN'
Zeynep Okşin, diyar kir ku ew qebûlkirina zerfên bêmohr a YSK'ê protesto dike û wiha axivî:
“Referandûmeke bêedalet bû. Encamên vê nayên qebûlkirin, çimkî gelek hîle hatin kirin. Ez vê encamê qebûl nakim. Ji xwe daxuyaniyên YSK'ê qet nayên qebûlkirin. Êdî divê kesên dibên 'Na' bêtir bixebitin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin."
ÊDÎ USKUDARÎ AK PARTIYÊ QEBÛL NAKIN
Mumtaz Unlu yê vê hilbijartinê wek "fîyasko" pênase kir, bi bîr xist ku di hilbijartinên 2014'an de jî rewşeke wisa xwe dabû der û wiha axivî:
“Ji ber AKP îtiraz kir YSK hilbijartin betal kir, lê çawa çêdibe ku di vê hilbijartinê de ji bo AKP'ê xwe li nedîtiyê datîne. Li vir em behsa 2 milyon û nîv dengan dikin. Çawa betal nakin, aqilê min nagire. Resmen YSK alîgiriyê dike. Wisa difikirim ku divê referandûm ji nû ve çêbibe. Ez daxuyaniyên YSK'ê jî têr nabînim. Diviya saziyeke serbixwe birayreke wisa nedana. Her çi qas ji YSK'yê re dibêjin saziyeke bêalî ye jî, lê tim alîgirî kiriye. Ji sedî 70 sindoqan hatibûn vekirin, çaw açêdibe ku AKP bi ser dikeve. Bi qasî serê derziyê jî ne hilbijartineke adil bû. Hemû derfetên gel ji bo xwe sefer ber kirin û ev ne bes e jî bi se rnektin. Ji ber vê dubare serî li hîleyan dan. 45 sal in ez li Uskudarê rûdinêm. Ev der yek ji kelehên AKP'ê bû, lê 'Na' derket. Çimkî êdî gel wê naxwaze. Gel yekzilamiyê naxwaze."
‘ENCAM FIYASKO YE'
Selin Gonen jî ya ku diyar kir wê gotiye "Na", encamên hilbijartinê wek "fiyaskoyê" pênase kir. Gonen, anî ziman ku tewşiya herî mezin ew e ku dengên bê mohr tên qebûlkirin û wiha axivî: "Em di înternet de jî dibînin. Paşê hin kes dengên bêmohr wek 'Erê' mohr dikin. Dema bertek nîşanî vê didin jî xelet fêm dikin. Dibêjin we şaş fêm kiriye. Halbukî tiştekî wisa tune ye, her tişt eşkere ye û li holê ye." Gonen, anî ziman ku ew bi vê bawer dikin ku hilbijartin bi temamî bi şaîbe ye û wiha got: "Lê dengê 'Na'yê yê li tevahiya welat jî hêzê dide me. Em dizanin ku li bajarên mezin jî 'Na' derket. Li cihekî wek Uskudarê 'Na' derket, ev jî nîşan dide ku gelek kes ber bi 'Na'yê ve çûye."