Celal Başlangiç: Dixuye ku AKP heta 2019'an OHAL'ê bidomîne

STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, anî ziman ku OHAL'a ku 3 mehên din jî hat dirêjkirin dê wek amûra çewisaninê bê berdewamkirin. Rojnameger Celal Başlangiç jî, diyar kir ku ev tê wateya ku bêyî OHAL'ê AK Partî nikare welat bi rê ve bibe û wiha got: "Ji ber AKP, nikare bê OHAL'ê bijî, dibe heta hilbijartinên 2019'an OHAL'ê bidomîne."

Hîn encamên referandûmê yên nefermî û biqusûr tên nîqaşkirin, lê piştî civîna Lijneya Wezaretan demildest ji bo 3 mehan dema Rewşa Awarte (OHAL) hat dirêjkirin. Li gor vê, dê sibê Tirkiye careke din bi qasî 3 mehan bi OHAL'ê bê birêvebirin.

Rojnamger û nivîskaran dubare îlankirina OHAL'ê nirxandin.

‘EV OHAL, NAVÊ RÊVEBERIYEKE KÊFÎ YE'

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, dest nîşan kir ku OHAL'a ku li dijî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, paşê veguheriye navgîna çewisandinê û wiha got: "Ev OHAL, navê rêveberiya kêfî ye." Polat, bi bîr xist ku dê di pêvajoya amadekariya referandûmê de OHAL bihatana rakirin û wiha axivî: "Niha di hilbijartineke gengeşeyî de 'Erê' derket pêş, lê piştî hilbijartinê demildest OHAL'ê dirêj kirin. Ev jî nîşan dide ku, îktîdara siyasî di rêveberiyeke kêfî de israr dike. Lê belê, ev mikurhatina ku bi riya çewisandinê hebûna xwe dide der bi xwe ye. Wisa difikire ku kesên muxalif, dê bi awayekî demokratîk nikaribin hebûna xwe bidomînin."

Polat, diyar kir ku rêveberiyeke xeyrî rewa ancax bi têkoşîneke hêzdar dikare ji holê bê rakirin û wiha got: "Dê di demokrasiyeke ku bi awayekî hêzdar bi ser ketibe de, cihê biryarên wis akêfî tune be. Her wiha divê li hemberî vê derhuqûqiyê bi tu awayî serî neyên tewandin."

'DÊ OHAL HETA HILBIJARTINÊN 2019'AN JÎ BIDOME'

Rojnamevan Celal Başlangiç jî, anî ziman ku bêyî OHAL'ê AK Partî nikare welat bi rê ve bibe. Başlangiç, da zanîn ku dema AK Partî bû îktîdar propagandaya ku OHAL ne tiştekî baş kiriye û wiha domand: "Lê belê, îro li 81 bajarên Tirkiyeyê OHAL heye. Ji ber AKP nikare bê OHAL'ê bijî, îhtimal e ku dê heta hilbijartinên 2019'an jî OHAL'ê bidomîne. Rewşa Tirkiyeyê qet nebaş e. Li gel hemû çewisandina û encamên referandûmê yên biqusûr, wisa dixuyê ku dê AKP bi OHAL'ê nikaribe welat bi rê ve bibe. Bêyî pevçûn AKP nikare welat bi rê ve bibe. Wisa difikirim ku, dê îktîdar pir nemîne. Ji xwe encama referandûmê jî vê nîşan dide."

‘DÊ ÊDÎ WISA BI RIHETÎ OHAL NEYÊ RAKIRIN'

Nivîskar Umut Kivanç jî, anî ziman ku ji niha û pê ve dê OHAL wis abi rihetî neyê rakirin û wiha domand: "Ji xwe rêveberiya dixwazin tiştekî wisa ye. Yanî dixwazin OHAL'ê domdar bikin û belkî hîn dijwartir jî bikin. Ji ber vê wisa bi rihetî nayê rakirin." Kivanç, weadên ji bo rakirina OHAL'ê bi bîr xist û wiha got: "Di nav awayê rêveberiya me de derew unsûreke girîng e. Der barê ji niha û pê ve gotina tiştekî zehmet e. Em ê bispêrin çi û bibêjin? Yanî wis adixuyê ku dê li welat tiştên baş neqewimin. Hela em ê binihêrin bê kes îtiraz dike yan na..."