WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murat Melet û Hevseroka TUYAD-DER'a Wan ya hat girtin Aynur Baş, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kirin û gotin: "Beriya ku ji girtîgehan darbest derkevin divê demildest tevgerînek çêbibe.
Li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 64'emîn de didome. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Murat Melet û Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TUYAD-DER) a Wanê ya hat girtin Aynur Baş, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kirin û wiha gotin: "Berî ku ji girtîgehan darbest derkevin, em xwedî li wan derkevin."
‘GREV DI BIN SIYA REFERANDÛMÊ DE MA'
Aynur Baş, bi bîr xist ku grevên birçîbûnê di roja 64'emîn de ne û rewşa girtiyan krîtîk e. Baş wiha axivî: "Ev grev xwe gihandiye sînorê mirinê. Heke ev heval dev ji grevê berdin jî dê pirsgirêkên wan ên tenduristiyê bidomin. Pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî xwe didin der. Wisa difikirim ku ev grev di bin siya referandûmê d ema. Ji ber nehstiyariya mirovên ku ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' hat vê rewşê. Di serî e ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çewisandinên li ser mirovan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin. Heke malbat berê xwe bidanan girtîgehan, dê bihatana astengkirin. Îro em ne li benda darbestan bin, em dengê xwe bilind bikin. Em xwedî li girtîgehan derkevin. Ji Ewropayê bigire her kes bêdeng ma. Me zêde deng bilind nekir."
‘GAVEK NEHATIYE AVÊTIN'
Baş, grevên birçîbûnê yên sala 2012'an bi bîr xist û wiha got: "Paşê rewşa hevalan nebaş bû. Di roja 64'emîn de jiyana 300 mirovî li holê ye, lê hîn jî gavek nehatiye avêtin."
‘RAYA GIŞTÎ BÊDENG E'
Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murta Melet jî, anî ziman ku di serî de Wezareta Dadê û raya giştî li hemberî çewisandinên li girtîgehan bêdeng in û wiha axivî: "Ji bo bicihanîna daxwazên wan gavek nehatiye avêtin. Wek parêzvanên mafên mirovan peywireke zor li ser milê me ye. Divê demildest daxwazên wan bi cih bên. Ji bo ev heval dev ji greva birçîbûnê berdin, mixabin liv û tevgerek çênebû. Mixabin, li Tirkiyeyê wijdanê mirovan wis akor bûye ku, kesên ku bedena xwe dane ber mirin nabînin, wan nabihîsin. Ji bo mirov dengên wan nebihîsin, çi ji destê wan tê dikin."
BANGA LI WEZARETÊ
Melet, bang li Wezareta Dadê, Meclîs û partiyên siyasî kir û wiha got: "Di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên eleqedar divê guh bidin van daxawazan." Melet, dest nîşan kir ku her diçe rewşa tenduristî ya girtiyan nebaş dibe û wiha axivî: "Li gor tiştên em dibihîsin, di serî de li Girtîgeha Şakranê ev mirov bi tu awayî nikarin jiyana xwe îdame bikin, xwîn ji devên wan tê û nikarin avê jî vexwin. Dema ev mirov dev ji vê grevê berdin dê nexweşînên cidî li wan peyde bibin. Ji bo di pêşerojê de rewşa wan xerabtir nebe, divê bijîşk van mirovan tedawî bikin."