ŞIRNEX - Kesê/a bi navê C.A. xwestibû, polîsê ku Nihat Kazanhan kuşt wek "Qehreman" bê îlankirin. Der barê doza ku li C.A. hat vekirin de, biryara neşopandinê hat dayîn.
Di 14'ê Çileya 2015'an de, li Cizîrê polîsan Nihat Kazanhanê 12 salî kuştibû. Li ser vê kesê/a bi navê C.A. ji bo polîs M.N.G. yê Kazanhan kuştibû û 14 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn bê berdan û wek "qehreman" bê îlankirin serî li Serokatiya Têkiliyên Gel a Serokomartiyê dabû. Ji ber vê giliyê C.A. hat kirin û hat xwestin ku bi tawanbariya "Heqaret, pesinandina sûc û sûcdar, îftirayê" doz li C.A. bê vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, der barê doza ku li C.A. hat vekirin de, biryara neşopandinê da. Dozgeriyê di biryara xwe de, wek hincet diyar kir ku mercên aleniyetê pêk nehatine.
C.A. di serlêdana xwe ya 28'ê Adara 2016'an de, Nîhat Kazanhanê dema li ber mala xwe ya li Taxa Yafesê dilîst û ji aliyê polîsan ve hat kuştin, wek "PKK'yî û sempatîzanê PKK'ê" nîşan da û wiha gotibû: "Girtina polîsê me yê ku mudaxileyî PKK'yiyan kir, hêzên me yên ewlehiyê demoralîze dike. Ji ber vê ez dixwazim lêpirsîna der barê polîsê me 'Mehmet Nurbaki Goçmez' de bê betalkirin û wek qehreman bê xelatkirin."
Parêzerên Kazanhan, diyar kirin ku C.A. bi awayekî aşkere sûc û sûcdar pesinandine û gotin, ew ê îtirazî vê biryarê bikin.