ŞIRNEX – Li ser xeta sînor a di navbera Şirnex û Başûrê Kurdistanê de ji bo amadehiya operasyona derveyî sînor a ku ji aliyê rayedarên dewletê ve tê bilêvkirin, zêdetirî 300 tanq hatin bicihkirin.
Ji bo operasyona li hemberî çiyayên Qendilê û Şengalê ku ev demek dirêj e ji aliyê rayedarên dewletê ve û çapemeniya hewzê tên bilêvkirin, amadehiyên leşkerî li ser sînor tên kirin. Di mehên dawîn de zêdetirî 300 tank û çekên giran sewqî Qişleya Ercument Turkmen a Silopiyayê ku nêzîkê Deriyê Sînor ê Xabûrê ye hatin kirin. Li gorî agaihiyên ku ji çavkaniyên ku nêzîkê sînor in hatin bidestxistin, di demên dawîn de gelek wesayîtên leşkerî jî ji deriyê sînor derbasî kampên Tirkiyeyê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê ne bûne.
LI SER SÎNORÊ QILEBANÊ JÎ AMADEHIYA LEŞKERÎ BERDEWAM E
Her wiha li ser sînorê dikeve navbera navçeya Qileban û Başûrê Kurdistanê jî, liv û tevgera leşkerî zaf zêde ye. Gelek tank sewqî Çiyayê Heftanînê hatin kirin û li herêmê gelek noqte jî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin amadehiyên li vir pêk tên jî bi piranî ji derdora Qereqola Depê Reş a Sînor û qereqolên leşkerî yên li gundên Qeşûra û Roboskiyê tên kirin.