Yên YSK şermezar kirin hatin binçavkirin

STENBOL - Gelek kesên li Stenbolê diyar kirin ku "Erê" ne rewa ye û encama hilbijartinê şermezar kirin, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Yekîneyên TEM'ê ya Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi hinceta tev li çalakiyên şermezarkirina encama hilbijartinê bûne welatî binçav kirin. Hat zanîn ku gelek kes hatin binçavkirin û der barê 38 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.