Girtiyên siyasî li Hîlwan û Sêwererê jî dest bi grevê kirin

RIHA - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 64’an de berdewam dike. Li Girtîgehên Sêwêreg û Hîlwanê hat diyar kirin ku 12 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirine.

Çalakiya girtiyên siyasî di roja 64'an de berdewam dike. Girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiyan rabin, operasyon û dorpêçên li ser gund û bajarên kurdan bi dawî bibin di 15'ê Siatê de li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyên kawîşên T-2 û A-9 ên Girtîgehên Tîpa T a Hîlwanê bi riya malbat û parêzerên xwe agahî dan û diyar kirin ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyan diyar kirin ku di 10 rojên dawî de dest bi çalakiyan kirine. Bavê girtî Mahmut Yaşar Salih Yaşar diyar kir ku çûye dîtina kurê xwe û kurê wî diyar kiriye ku wî û 10 hevalên xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Yaşar ji rayedaran xwest demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin.

Hat zanîn ku di 15'ê nîsanê de Mahmut Yaşar û Zilan Bulut û piştrî wê jî Murat Batuhan, Mehmet Gazali Yazar, Ahmet Yilmaz, Şerif Adlim û 4 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.

Li Girtîgeha Tîpa T a Sêwêregê jî Ayten Ticil û Zeynep Kiyar 12 rojin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.