HDP'ê Serokê YSK'ê glî kirin

ENQERE - Heyeta ku ji Parlamenterên HDP'ê û hiqûqnasên HDP'ê pêk dihat, der barê Serokê YSK'ê Sadî Guven de serlêdana sûc kirin û gliyê Guven kirin.

Heyeta ku ji Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Wekîlê HDP'ê û hiqûqnasên HDP'ê pêk dihat, der barê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven de serlêdana sûc kirin û gliyê Guven kirin.

Heyeta HDP'ê piştî serlêdana sûc li ber edliyeya Enqereyê daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Serokwekîlê Koma HDP'ê Yildirim, anî ziman ku roja hilbijartinê piştî hilbijartin bi dawî bû YSK’ê bi daxuyaniyekê biryar guhnertiye û wiha got: "Serokê YSK'ê û endamên wê aşkere li erk û peywira xwe xwedî derneketine. Wekî ku xwe înkar bike bi destê xwe şik û perde xist ser referandumê. Heta ku biryara betalkirina referandumê negirin, ev referandum di nava civakê de rewa nayê dîtin û qebûlkirin. Li navçeya Norxînê ya Bedlisê di 2014'an de ji ber hilbijêr pusula bê mohr bikar anî ew hilbijartin betal bû. Serokê YSK'ê li gorî hiqûqê û zagonan tev nagere. Îhlal û dijhûqîya Serokê YSK'ê dîsa didome.

Yildirim, anî ziman ku ev beramberî guhertina rejîmê ye û ev guhertina rejîmê ji aliyê gel ve rewa nayê dîtin. Yildirim, anî ziman ku YSK erk û misyona xwe di rêya xerab de di şixulîne ev xizmeta demokrasiyê û hiqûqê nake. Yildirim xwest daraz bi hesas tev bigere û gavan bavêje.