SÊRT - Li Navenda Sêrtê û gundên wê, di 50 sindoqan de dengên bi komî hatin avêtin. Rêxistina HDP'ê dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz bike.
Niqaşên li ser pusula û zarfên bê mohr berdewam dike. Piştî YSK’ê pusulayên bê mohr derbasdar qebûl kir nerazîbûn zêde dibin. Li gelek navend û gundan bi gefan hilbijêr neçûn ser sindoqan û li şûna hilbijêran deng bi komî hatin avêtin. Dîsa serokên sindoqan û rêveberên sindoqan ji bo dengê “Erê" bide rastî gefan hatin. Li Navenda Sêrtê û navçeyên Berwarî, Misirc, Şîrvan, Tîllo, Dih, Hawêlê û gundên wan di 50 sindoqan de dengê komî hatin avêtin. Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê têkildadrî mijarê serlêdana sûc dê bike.
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetin, anî ziman ku berê dihat zanîn ku dê gel bêjin "Na" lîstik hatin amadekirin û li navenda û gundan di 50 sindoqan de dengê bi komî hatiye avêtin. Çetîn, anî ziman ku wan wan di şertê OHAL'ê de deng bikar anîney û lîstik hatine kirin û wiha got: "Em dê mafê xwe yê li dijî van nelirêtî û bêhiqûqîyê mafê xwe biparêzin û serlêdana sûc bikin."