Li çoltera Midyad û Kerboranê piştî qedexeyê operasyon

MÊRDÎN - Li 7 taxên navçeyên Kerboran û Midyadê piştî qedexeya derketina derve ya hate îlankirin bi beşdariya gelek leşkeran ve operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li taxên Tanyerî, Gizre û Yeşîloz ên navçeya Kerboranê û taxên Yumartali, MArenka û Doluca ya bi esr navçeya Midyadê qedexeya derketina derve hate îlankirin. Di daxuyaniya walîtiyê de hate gotin ku dê qedexe heta fermanekî duyemîn berdewam bike.

Piştî qedexeya ku serê sibehê saet di 08.00'an de dest pê kir li herêmê bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin. Herêma ku bi 4 helîkopterên leşkerî ve tê bombebarankirin ji bo çûn û hatinan jî hatiye qedexekirin.