ÊLIH- Li Êlihê 4 zarok derket holê ku rastî îstismara zayendî hatine.
Derket holê ku li Êlihê 4 zarok rastî îstismara zayendî hatine. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bûyer ji hesabê xwe yê twitterê parve kir û wiha got: "Li êlihê li ser agahiya ku 4 zarok rastî tecawizê hatine me lêkolîn kir. ew anîne nexweşaneyê. Nayê zanîn ku zarok niha li kû derê ne û rewşa wan çi ye. Em nikarin xwe bigihînin rayedarên nexweşxaneyê. Em ê desturê nedin ku li ser bûyerê bê girtin. Em li bendê ne ku rayedar daxuyaniyekî bidin."