Tuncel, Beştaş, Aydogan û Kişanak derdikevin pêşberî dadgehê

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Nursel Aydogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku girtî tên darizandin, dê li dadgehên Meletiyê û Amedê bên darizandin. Dozger bi sedan salan ceza ji wan re dixwaze.

Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku ji peywirê hat dûrxistin, dê di 21'ê Nîsanê de li dadgehên Amed û Meletiyê derkevin pêşberî dadger. Doza Nursel Aydogan ji ber biryara bê erkdayînê hat dayîn ji Şirnexê şandin Amedê û dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Rûniştina doza Kişanak û Tuncel jî bi hinceta "Ewlehiyê ji Amedê sewqî Meletiyê hatibû kirin.

DOZGER JI KIŞANAK 230 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DIXAZE

Dozger, der barê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku di 25'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û di 30'ê Cotmehê de hat girtin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" heta 230 salan cezayê girtîgehê xwestibû.

DOZGER JI TUNCEL HETA 135 SAL CEZAYE GIRTÎGEHÊ DIXWAEZ

Dozger ji Sebahat Tuncel a di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin û di 6'ê Mijdarê de tevî 13 hevserok û parlamenterên HDP'ê hat girtin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" heta
135 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

AYDOGAN BI DAXWAZA 103 CEZA TÊ DARIZANDAN

Dozger ji parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan ku di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin û hat girtin jî heta 103 sal cezayê girîgehê dixwaze. Dadgeha Şirnexê biryara bê erkdayînê dabû Aydogan û doza Aydogan şandibû Dadgeha Amedê. Rûniştina doza Aydogan dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.


BEŞTAŞ JÎ BI DAXWAZA 23 SALAN TÊ DARIZANDIN

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, ku di 28'ê Çileya 2016’an de li Amedê hat binçavkirin û girtin, dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin. Dozger heta 23 sal cezayê girtîgehê ji Beştaş dixwaze.