HDP'ê ji bo betalkirina referandumê serî li YSK'ê da

ENQERE - Heyeta HDP'ê, ji bo betalkirina referandumê serî li YSK'ê da. Heyeta HDP'ê diyar kir ku tevahiya hilbijartinê îhlal e. Hilbijartin seqet e û îhtimala rastkirinê tune ye. Divê betal bibe."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP'ê Mithat Sancar, Îmam Taşçier, Ertugrul Kurkçu, Muslum Dogan û Bedîa Ozgokçe Ertan û rêxistina HDP'ê ya Êlihê ji bo betalkirina referandumê serî li YSK'ê dan. Heyeta HDP'ê piştî serî li YSK'ê da li salona YSK'ê daxuyanî da. Li salone Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, diyar kir ku di şert û mercên OHAL'ê de çûn referandumê û wiha got: "Di nava şert û mercên newekhev de pêk hat. Gelek rêgez hatin îhlalkirin. Mafê hilbijêr ên demokratîk hatin îhlalkirin. Di pêvajoya referandumê de hem medya, hem derfetên dewletê ji bo "Erê" seferber kirin. Hemû derfetên dewletê û medya ji bo xizmeta "Erê" hatin bikar anîn. Bi taybetî li bajarên Kurdan dengên komî hatin bikar anîn. Gelek delîl û belge hene ku avêtina dengan hatiye îhlalkirin û sextekarî hatiye kirin.

ZARÊN BÊ MOHR HATIN AVÊTIN

Sancar, da zanîn ku di hilbijartinê de pusula û zarfên bê mohr hatin avêtin û YSK'ê jî ev yek rewa dîtiye û derbasdar qebûl kiriye. Vê biryarê aşkere kir ku li derve jî dikarin dengan bavêjin. Ev ne li gorî hiqûqa hilbijartinê ye. YSK'ê, qebûlkirina zarfên bê mohr, li bajarên Kurdan piştî sindoq hatin vekirin biryar stend. Biryarek wisa berê tune bû. YSK'ê piştre di malpera xwe ya înternetê de ragihand. Hêj hilbijartin li bajarên din berdewam dikir hat dayîn. Vê yekê destûr da ku di jimartinê de zarfên bê mohr jî derbasdar bên qebûlkirin. Dema peywirdarê sindoqan xwestin van dengan qebûl nekin, biryara YSK'ê derket pêşberî wan. Ev yek jî nîşan dide ku êdî hatina dengên ji terve nayê îspatkirin. Ev îhlalek hir hêsan û muhîm e. Ev îhlal sedema betalkirina tevahiya hilbijartinê ye.

Sancar, anî ziman ku bi vê biryarê rê li pêş tespîtkirina dengên ji derve hatiye girtin û piştî vê biryarê ne pêkan e ku dengên ji terve hatine avêtin bên tespîtkirin. Sancar, anî ziman ku ev yek li dijî xala 101.'an a hilbijartinê ye û di xala 101'an a YSK'ê de tê gotin ku "Zarfên bê mohr nayê qebûlkirin." Sancar, da zanîn ku piştî vê biryarê ne pêkan e ku encama hilbijartinê rast bikin û divê êdî ev hilbijartin ji kok ve bê bemtalkirin û wiha got: "Heta ev hilbijartina referandûmê neyê betalkirin ev niqaş bi dawî nabin. Ger ku YSK naxwaze bibe amûra lîstikê divê vê hilbijartinê betal bike. Ger ku biryara betalê nede dê hilbijartina 2017'an bibe referanduma bi şik û guman. Guhertina tê kirin ne guhertinek ji rêzê ye. Lê ev biryarên ku qedea welat biguherine di hilbijartina referandumê de hîle û lîstik tên kirin. Ger ku YSK naxwaze Tirkiye birîndar bibe divê referandumê betal bike. Divê li ser bingeha xerabe avahî neyê avakirin. Werin em bi hevre li ser bingeha xurt û saxlem avahiyê ava bikin."