Rêxistinên HDP û CHP'ê yên Agiriyê: Li şûna kesên derveyî bajar deng hate bikaranîn

AGIRÎ - Rêxistinên HDP û CHP'ê yên Agiriyê daxuyandin ku di referandumê de li şûna kesên ku li derveyî bajar bûn deng hatiye bikaranîn.

Sekretera Rêxistina CHP'ê ya Agiriyê Ulfet Aslan û Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Yilmaz Dursun di referandumê de dek û dolabên ku bûne şahid vegotin. Aslan diyar kir ku ji ber pêkûtiyên keya û cerdevanan dengên "Na" gelekî bi bandor bûye û wiha berdewam kir: "Keyayê gundan ji bo dengê Erê bê bikaranîn pêkûtî kirin. Mirov ji çekên destên cerdevanan tirsiyan. Mirovên ku cotkariyê dikin bi gotina hûn ê pereyê piştevaniya çandiniyê negirin hatin dehdîdkirin. Van bandor li ser Na kir. Li Agiriyê ji sedî 70 dê Na derketa."

Aslan diyar kir ku li şûna kesên derveyî Agiriyê ne deng hatiye bikaranîn, ew vî hilbijartinê qebûl nakin, hilbijartina pêkûtî û zilmê ye.

MIROVAN DI BIN PÊKÛTIYÊ DE DENGÊ XWE BIKARANÎN

Hevserokê HDP'ê Dursun jî wiha axivî: "Li bajar zivistan 7 meh in. Bi derbasbûna zivistanê re mirov çun derveyî bajar. Ev arîfera referandumê bû. Ji ber vê yekê jî ji sedî 29 deng nehat bikaranîn. Leşker û polîs ji ber ku li ser sandoqan bû mirovên me bi rehetî nekarîn dengên xwe bikarbînin. Mirov ji nava leşker û polîsan derbas bûn çûn û dengên xwe bikaranîn. "

Dursun da zanîn ku 10 rojan beriya referandumê keyayan pusulayên kesên ku tevlî dengdanê nebûn xwestin û wiha got: "Beriya hefteyekî amîrên mulkî ji keyayan re gotine pusulayên kesên derveyî bajar in bînin. îtirazên me bêencam ma. Jibilî vê jî ji me re gotin welatiyên ku çûne deng bavêjin dîtine ku li şûna wan îmze hatiye avêtin. Guh nedan îtirazên me. Ligel evqas pêkûtiyan jî Na biserketiye."