ENQERE - Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), serlêdanên betalkirina referandûmê red kirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), biryara serlêdanên der barê encamên referandûmê de daxuyand. CHP'ê bi hinceta "qebûlkirina dengên bêmohr" ji bo "betalkirina hilbijartinê" serî li YSK'ê dabû. YSK'ê vê biryara CHP'ê nirxand û têkildarî mijarê saet di 14.30'yî de kom bû.
Civîn nêzî 3 saet û nîvan domand. Piştî civînê biryara der barê betalkirina hilbijartinê hat daxuyandin. YSK, daxwaza CHP'ê ya ji bo betalkirina hilbijartinê red kir.
Di civîna YSK'ê de, 10 endaman daxwaza betalkirina hilbijartinê red kir û endamekî jî biryara qebûlkirina vê daxwazê da.