ENQERE - CHP'ê, têkildarî biryara YSK'ê ya redkirina betalkirina hilbijartinê daxuyanî da.
Alîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan, biryara YSK'ê ya redkirina serlêdana betalkirina hilbijartinê nirxand. Tezcan wiha got: "Ev biryar bi awayekî aşkere li dijî qanûnê ye, gotiye pusûleyên dengan ên bêmohr derbasdar in."
Tezcan ê got "YSK, wek qanûnçêkeriyê tevgeriyaye" wiha axivî: "YSK, firsend daye hîleya hilbijartinê. Ji vê re diziya dengan a organîzeyî tê gotin. Serê sibehê hat gotin ku ji her derê Tirkiyeyê pakêtên dengan ên kêm tên."
Tezcan wiha domand: “Me ragihand YSK'ê, gotin di dema pakêtbûnê de şaşiyek çêbûye. Qanûnên hilbijartinê ji bo astengkirina hîleyan hatine sererastkirin. Divê bi tu awayî rê nedin ku li derve têkevin torbeyan. Serê sibehê piştî pusûleyên dengan kêm hatin şandin, paşê pusûle hatin dizîn. Li derve mohra tercîhê li wan hat xistin û paşê ew xistin sindoqan. Serokê YSK'ê dibêje dengên fîlîgranî. Ev kêmaniyeke cidî ya meşrûiyetiyê ye. Vîna kesên dengan bi kar tînin avêtine ber nîqaşan. Em ê serî li hemû riyên huqûqî bidin. Piştî vê biryarê, dê MYK'ya me biryarê bide."