Di referandûmê de binpêkirineke din:Bêyî hilbijêran, dengên wan hat bikaranîn

STENBOL - Di referandûmê de 3 kesên ku diviya li gundê Sîvrîce yê Xarpêtê li ser sindoqa Jimare 1059'an deng bi kar bianiyanan, lê ji ber di dema hilbijartinê de li Stenbolê bûn dengê xwe bi kar neanîne. Lê derket holê ku, li ser navêê her 3 hilbijaran dengê "Erê" hatiye bikaranîn.

Her diçe li binpêkirinên mafan ên di dema referandûmê de yên nû zêde dibin. Di dema referandûmê de, 3 hilbijêrên ku diviya li sindoqa Jimare 1059'an a li Dibistana Navîn a Yukari Çanakçiyê ya li gundê Sîvrîce yê Xarpêtê dengê xwe bi kar bianiyanan, lê ji ber di dema hilbijartinê de li Stenbolê bûne deng bi kar neanîne. Derket holê ku li ser navê her 3 hilbijêran dengê "Erê" hatiye bikaranîn. Welatiyên bi navê Niyazi Ozdemir, Razaman Ozdemir û Emin Kiymak ragihandin ku roja yekşemê ew li Stenbolê bûne, lê hin kesan li ser navên wan deng bi kar anîne. Li gund bi giştî 16 hilbijêr hene, lê ji sindoqê 2 "Na" û 14 deng jî "Erê" derketine.

Welatiyê ku agahî dan, diyar kir ku her du dengên "Na"yê jî yên dapîr û bapîrên wî bûne.