‘Bila bijîşkên serbixwe bi girtiyan re hevdîtinê çêbikin'

STENBOL- TÎHV, ÎHD, Bloka Aştiyê û Odeya Bijîşkan a Stenbolê jî di nav de gelek sazî, balê kişandin ser greva birçîbûnê ya ku di roja 64'emîn bi dawî bû û xwestin ku, bijîşkên serbixwe bi girtiyên ku dawî li grevê anîn re hevdîtinê çêbikin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Stenboê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Bloka Aştiyê jî di nav de gelek rêxistinên civaka sivîl, têkildarî grevên birçîbûnê yên bêdem û û dorveger ku îro bi dawî bûn, li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî dan. Serokê Şaxa TÎHV'a Stenbolê Umit Efe, anî ziman ku divê bijîşkên serbixwe biçin nexweşxaneyan û bi girtiyan re hevdîtinê çêbikin û got, ew ê şopdarê çalakiyê bin.

İEndama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Çagla Seven jî, anî ziman ku mafê jiyanê ji bo wan mijara herî girîng e û got, ew ê çalakiyên heyî bişopînin. Seven, dest nîşan kir ku dbijîşkên ku bi girtiyên dawî li greva birçîbûnê re anîn hevdîtinê çêbikin, divê sûdê ji materyalên der barê grevên birçîbûnê de hatine amadekirin wergirin.