Navnîşana nanê tenduristiyê: Aşê Hecî Hitbet

SÊRT - Li Sêrtê, Aşê Hecî Hitbet ji sala 1973'yan heta niha hîn jî tê bijartin û dijberî berên fabrîkasyonî, berên hîn bêtir bi ekil û sihet dihêre.

Li Sêrtê, Aşê Hecî Hitbet ê ku di sala 1973'yan de hat çêkirin, li bajêr yekemîn aş e ku bi ceryanê dixebite. Li vî aşê ku ev 44 sal in dixebite birinc, nîsk, genim, ceh û hwd. tên hêrandin. Dema ewil hat çêkirin bi avê dixebitî, lê paşê pergala ceryanê lê hatiye bicihkirin. Ji ber ku zad bi kevirê "hestem" tên hêrandin, reseniya wan tê parastin û ji ber vê yekê, zadên ku li aş tên hêrandin li gor yên din hîn bêtir bi ekil û sihet in. Welatiyên Sêrtê û bajarên hawirdorê zadên xwe li vî aşî dihêrin.

BI KEVIRÊ HESTEM TÊN HÊRANDIN

Hayrettin Alevca (37), diyar kir ku Aşê Hecî Hitbet ji kalê wî jê re mîrate maye û niha ew aş dide xebitandin. Alevca yê ku ev du sal in vî aşê ku 44 sal in feal e dide xebitandin wiha got: "Kalê min di sala 1973'yan de ev aş çêkiriye. Ev kevirên giloverik yên ku zad dihêrin, kalê min bi xwe çêkirine û bi derfetên xwe ew anîne. Navê van keviran hestem e. Ev aş berê li derveyî Sêrtê bû, paşê wî veguhastine navenda Sêrtê. Wê demê eleqeyek zêde ji bo aş hebûye. Ji ber ev kevir, kevirekî xwezayî ye di dema hêrandinê de reng nade. Ji ber ku yên li fabrîkayan yên çêker in, rengê xwe didin zad. Ev hem ji bo tenduristiyê nebaş e û hem jî eklê nahêle. Lê ev kevirên xwezayî zad germ dikin û paşê dihêrin û her wiha reng nadin. Ji ber vê, zad hîn bêtir bi ekil û sihet e û zûtir çêdibin. Mesela birinca 6 mehî, wek çeltûkê tê vî aşî. Ji xwe birinca herî baş, birinca temendirêj e. Lê birinca 40 rojî diçin fabrîkayan. 7 qalikên birincê hene, di birincê de ya herî bikêrhatî jî qalikên wê ne. Ev kevirên aş, herî zêde du qalikên birincê dişkînin. Qalikên din li ser birincê dimînin. Lê li fabrîkayan hemû qalikên wê tên şikandin. Îjar ka bi kêrî çi tê, tu tahma wê namîne."

‘HER TIŞT JI BO TENDURISTIYÊ'

Alevca, ragihand ku berê karê wan zaf baş bû, lê niha ji ber zêdebûna fabrîkayan karê wan ne wek berê ye. Alevca, dest nîşan kir ku hem ji ber aş ji kalê wê jê re yadîgar maye û hem jî ji ber nexweşên şekir li wan peyde bûye zêdetir aş tercîh dikin, wî xwestiye aş bide xebitandin û wiha domand: "Niha ji ber zûtir tên peydekirin gel diçe ji marketan malên fabrîkayan distînin. Dixwazim siheta mirovan baş be û berên xwezayî bi kar bînin. Niha pir qîmeta van aşan nemaye, lê dixwazim bibêjim ku li van aşan berên bisihet tên hilberandin. Çimkî her tişt ji bo tenduristiyê ye. Dema ew biçe her tişt jî diçe."

Diren Yurtsever - dîhaber